Hejmara qurbaniyên erdhejê gihişt nêzî 40 hezarî

featured
aa
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezîrê Karên Navxwe Suleyman Soylu daxuyand ku di erdhejên Mereşê de heta niha 39 hezar û 672 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Roja 6’ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li navçeyên Bazacix û Elbistan ên Mereşê bûn, 11 bajar hejandin.

Erdhejê li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs , Xarpêt, Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê kir û bandor li 13.5 milyon welatiyan kir.

Wezîrê Karên Navxwe Suleyman Soylu ku tevli beraneyake televîzyonê bûbû, ragihand ku heta niha di erdhejê de 39 hezar û 672 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Soylu her wiha got, “Hejmara ew avahiyên ku karûbarên lêgerînê li wan hatine kirin zêdeyî 20 hezar avahiyan in. Li ser 82 avahiyan koda zerera giran hatiye danîn. Me li 10 parêzgehan karên destnîşankirina zereran hema bêje nîvî kirine.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hejmara qurbaniyên erdhejê gihişt nêzî 40 hezarî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *