TTB: Di erdhejê 94 Doktor Mirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) eşkere kir ku di encama erdhejên Mereşê de 94 doktoran jiyana xwe ji dest daye.

TTB navên wan doktoran, ku li Hatay, Semsur, Mereş, Enteb, Meletî, Osmanîye, Edene û Amedê canên xwe ji dest dane, li ser malpera xwe diweşîne.

Li gor vê TTB dide zanîn ku heta niha 94 doktoran li herêma erdhejê jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye ku TTB her roj bi daxuyaniyan derbarê rewşa herêma erdheje de agahiyan dide.

Li gor ragihandina dawî ya TTB, li herêma erdhejê rîska lehî, şewat û nexweşîyan roj bi roj zêdetir dibe.

TTB dîyar kir ku kesên li herêma erdhejê bo xwe germ bikin di tenekeyan de textikan dişewîtinin û ew jî metîrsîya jehra karbonmonoksîtê zêde dike.

Berprisên TTB’ê dibêjin ku jiber travmayên piştî erdhejê şideta ser jinan jî zêde dibe û bang li hikûmetê dikin ku tedbîran bistîne. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
TTB: Di erdhejê 94 Doktor Mirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

1 Yorum

  1. Avatar

    Dastan xosh

    Cevapla