Hevserokê HDP’ê Sancar: Em ê biryara kongreya awarte bidin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna PM’a HDP’ê de axivî û wiha got: “Mijara me ya sereke dayîna biryara kongreya awarte ya HDP’ê ye. Dê HDP rêbazên ku sazûmaniya xwe bidomîne û tecrûbeyên xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bike nîqaş bike.”

Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ Pervîn Buldan û Mîthat Sancar civiya. Civîn, li navenda giştî ya partiyê ya li Enqereyê bi rojeva kongreya awarte hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di destpêka civînê de têkildarî rojevên heyî axivî.

 ‘PM dê biryareke dîrokî bide’

Sancar, di axaftina xwe de got ku PM dê biryareke dîrokî bide û wiha domand: “Weke ku me piştî hilbijartinê soz dabû gelê xwe, em ê pêvajoya nirxandin, muhesebe, rexne-xwerexnekirinê bi qasî ji dest tê zêde bikin. Di encama vê de jî dê konferans û kongre bên lidarxistin. Ez qala kongreyan dikim ji ber ku kongreyên HDP’ê û hem jî yên Partiya Çepên Kesk di rojeva me de ne. Li rexekî nirxandina xebatên hilbijartinê dikin û li rexa din jî hewl didin bi hemû pirsgirêkan re eleqedar bibin û di hemû qadên têkoşînê de cih bigirin.

Krîza aborî

Bi berdewamî Sancar di axaftina xwe de balkişand ser rewşa aborî ya Tirkiyeyê û ev gotin lê zêde kir: “Tiştekî rast nîne ku em rewşa krîza aborî ya heyî tenê bi peyva krîzê pênase bikin. Em di nava buhraneke mezin a aboriyê de ne. Têkçûneke mezin heye. Û ji sedî 95’ê civakê di bin vê têkçûnê de ne. Li rexekî komeke biçûk a sermayedaran roj bi roj mal û milkê xwe mezintir dikin, li rexa din jî xelk nikare pariyekî nan peyda bike.”

Doza Kobanê

Sancar bi domdarî qala pêvajoya doza Kobanê jî kir û derbirî ku di dozê de guh nadin pîvan, rêgez û gaîdeyên hiqûqî. Sancar di vê derbarê de her wiha ev tişt gotin:”Di Doza Kobanê de guh nadin tu pîvan, rêgez û qaîdeyan. Dema em berê xwe didin tawanbariyên li hevalên me tên kirin, dibînin ku pêvajoyeke hiqûqî nayê meşandin. Dixwazin tola zîhniyet û têkçûna DAIŞ’ê bi vê dozê hilînin. Dixwazin hesaba berxwedana li dijî DAIŞ’ê bipirsin. Îktîdar bi hemû derfetên xwe li ser vê doza kompasê disekine. Herî dawî Serokatiya Karên Diyanetê xistin dewrê. Di daxwaznameya tevlibûnê de gotinên weke berdewamiya DAIŞ’ê hatin pêşkeşkirin.  Heman neheqî li Dayikên Şemiyê jî tê kirin. Tevî biryara AYM’ê jî nahêlin mafên xwe bi kar bînin û rastî êrişê tên.”

Rewşa Cûdî û Akbelenê

Di beşeke axaftina xwe de Sancar amaje bi tehrîbkirina xwezayê ya Cudî û Akbelenê kir û wiha axivî: “Dixwazin hesta têkçûnê di dilê gel de belav bikin. Her wiha dixwazin bêçaretiyê belav bikin. Herî dawî jî dixwazin muxalefeta civakî têxin xefikê. Em di ferqa van operasyon û xefikan de ne. Lewma ji Akbelenê heta Cûdî, ji grevên kedkarn heta têkoşîna Dayikên Şemiyê em ê li her derê bin. Em dixwazin muxalefeteke xurtir bikin û bibin pêşengên muxalefetê. Di vê mijarê de heqê tu kesî nîne ku reşbîn be. Ji ber ku hêvî, ji têkoşînê diafire. Em ji hedef û rêgezên xwe bibawerin. “

Hevserokê Giştî Sancar di axaftina xwe ya civînê de destnîşan kir ku ew ji bo piştgiriyê minedarê gel in û wiha diyar kir: “Ji ber piştgirî û hişyariyan, em minetdarên gelê xwe ne. Di mijara navnîşana nû de pirsgirêk nîne. Navnîşana hêvî guherînê ev dere ye. HDP tecrûbeya têkoşînê nye. Weke HDP’ê em ê hebûna xwe biparêzin lê tecrûbeyên xwe bi Partiya Çepên Kesk re parve bikin. Ji bo Partiya Çepên Kesk di têkoşîna civakî û her qadê de veguherînin hêza herî xurt, çi ji destê me were em ê bikin.”

Sancar: Mijara sereke kongreya awarte ye

Di dawiya gotinên xwe de Sancar da zanîn ku di civînê de mijara wan ya sereke lidarxstina kongreya awarte ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rojeva me ya sereke dayîna biryara kongreya awarte ya HDP’ê ye. Em ê vê yekê bi we re nîqaş bikin. Em ê kongreya xwe ya awarte bicivînin. Em ê li ser rêbazên ku HDP hebûna sazûmaniya xwe bidomîne lê tecrûbeyên xwe derbasî Partiya Çepên Kesk bike nîqaş bikin. Di vê mijarê de bi rastî jî PM civîneke dîrokî li dar dixe. Bi peywir û berpirsyartiyeke girîng re rû bi rû ye. Em ê van mijaran tevekan nîqaş bikin. Armanca me ew e ku vebijêrkên bêçaretî û teslimiyetê yên li civakê tên ferzkirin vala derxiînin.  Em ê di çarçoveya van hedefan de rêbaz û planên xwe binirxînin. Em ê biryarên xwe bidin û bi awayekî herî xurt meşa xwe bidomînin.” (MA)

Serhat News  

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevserokê HDP’ê Sancar: Em ê biryara kongreya awarte bidin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *