Li Wanê dibistana noqînê hate vekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Van Haber-Li Wanê dibistana noqînê hate vekirin. Kesên ku li vir perwerde dibin, firsenda dîtina mîkrobiyalît, keştiya binavbûyî, bajarê binê avê û masîkefalan dibînin.

Li dibistana noqînê (daliş okulu) ya li Wanê di çarçoveya pêşxistina turîzma noqînê da vebû, kesên perwerdeyê distînin xwe berdidin binê Gola Wanê û bedewiyên li wir keşf dikin.

Gola Wanê ya digel bedewiyên xwe yên dîrokî û xwezayî, bi ava xwe ya paqij û zelal balê dikişîne, bi mîkrobiyalît, keştiya binavbûyî, bajarê binê avê û masîkefalan va mazûvaniya hezkiriyên noqînê dike.

Dibistana Noqînê ya Wan Divingê jî hem hezkiriyên noqînê yên tên bajêr diezimîne û hem jî perwerdeyê dide kesên dixwazin bibin xozneber.

Wan Diving li Gola Wanê heta niha bi 350 noqavên bi lîsans û 1200 noqînên danasînê va li herêmê xizmetê dide. Kesên tên dibistana noqînê, fersenda dîtina derdora Girava Axtamarê, berateyên di binê avê da yên Keleha Urartuyan a li Elcewazê, keştiya binavbûyî ya Rûsan a li qeraxên Reşadiyeyê û mîkrobiyalîtan bi dest dixin û her wiha alema binê golê keşf dikin.

Gola Wanê bi av û siruşta xwe balê dikşîne ku geştiyar ji bo noqî golê bibin tên herêmê.

Hîndekarê Noqaviyê ya Du Stêrkan ya TSSFyê ya Dibistana Noqaviyê ya Wanê Serkan Ok daxuyand armanca wan ew e ku turîzma Gola Wanê pêşva here û wiha axivî: “Di xebata me ya bi hevkariya Şaredariya Edremîtê tê kirin da qasî 300 kes perwerdeya noqavê dibînin. Ji bilî vê em perwerdeyê didin ekîbên Şaredariya Bajarê Mezi û ekîbên lêgerîn û xelaskirinê. Ji bo kesên ji derva tên jî em rêberiyê dikin. Em hewl didin turîzma binê avê ya herêmê pêşva here.”

Beyter Musa Tarhanê du sal e perwerdeya noqavê dibîne jî wiha got: “Noqaviya Gola Wanê pir bi kelecan e. Li gor cihên din ev der hinekî zehmettir e, lê binê avê pir xweş e. Bi saya mamosteyên xwe min mîkrobiyolîtên Gola Wanê dît. Pir xweş bûn. Divê her kes van xweşikiyan bibîne. Ez ji her kesî ra pêşniyaz dikim ku vê tiştê tecrube bikin.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê dibistana noqînê hate vekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *