Li Tirkiyeyê di Tîrmehê de 26 jin hatine qetilkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gorî daneyên tundiyê ku ji aliyê JINNEWS’ê ve hatine berhevkirin,li Tirkiyeyê tenê di meha Tîrmehê de 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin. Her wiha diheman mehê de 9 jin û 4 zarok jî bi awayeke gumanbar jiyana xwe ji dest dane.

Daneyên tundiyê yên di çapemeniyê de cih digirin, radixe ber çavan ku tundiya li Tirkiyeyê roj bi roj zêdetir dibe.

Li gor nûçeya ku di Ajansa Mezopotamyayê de cih girtiye, rêxistinên jinan dibêjin ku sedema zêdebûna tundiyê, zimanê îktîdarê ye û bûyerên diqewimin jî van gotinan piştrast dikin. Polîtîkaya necezakirinê jî bêhtir rê li ber tundiyê vedike.

 Li gorî daneyên JINNEWS’ê; di meha tîrmehê de 26 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 9 jin û 4 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de hewl dan çêbû ku 4 jin bên qetilkirin.   

Ji jinên hatine qetilkirin 9 jê ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin ku ji wan 4 jê di pêvajoya hevberdanê de bûn. Her wiha li gorî heman daneyan; 7 jin ji hêla hevalê xwe yê zilam ve, 3 jê ji hêla kurên xwe ve, 2 jê ji hêla zilamê ku hevberdabûn, 2 jê ji hêla nas-xizmên xwe ve, yek jê ji hêla destgirtiyê xwe ve û yek jê ji hêla hevalê xwe yê kar ve hatiye qetilkirin. Jineke hatiye kuştin jî nayê zanîn bê ka çiqas nêzî faîl e.

Bajarên herî zêde jin lê hatine qetilkirin

Bajarên herî zêde jin lê hatine qetilkirin jî wiha ne: “Li Stenbolê 7, li Mêrsînê 2, li Enqereyê 2, li Nevşehîrê 2, li Manîsayê 2, li Bursayê 1,  li Antalyayê 1, li Çorumê 1, li Mêrdînê 1, li Samsunê 1, li Êlihê 1, li Dîlokê 1, li Sakaryayê 1, li Gîresûnê 1, li Meletiyê 1 û li Îzmîrê jî jinek hate qetilkirin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tirkiyeyê di Tîrmehê de 26 jin hatine qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *