Li Stenbolê êrîşa çekdarî: Kesek hat kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Stenbolê hinek kesên bi motorsîklet gule li 2 kesên ku li kêleka rê rawestiyabûn reşandin û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li sêrêyên Tarlabaşiyê ya navçeya Beyoglu ya Stenbolê, hinek kesên ku li motorsîkletekê siwar bûbûn, ji ber sedemeke nediyar, gule li 2 kesan reşandin û piştre ji cihê bûyerê reviyan. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

2 kesên birîndar bi ambulansan ji bo nexweşxaneyê hatin birin. Lê tevî hemû mudaxaleyan jî birîndareke ku navê wî nehatiye hînbûn, nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Di heman demê de li derdora cihê bûyerê tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin û hat zanîn ku sê gule jî li otomobîlekê ketine.

Heta niha jî kesên êrişkar nehatine desteserkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Stenbolê êrîşa çekdarî: Kesek hat kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *