Hevserokê HDP’ê Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civina koma partiyê de got: “Ji bo rê li ber Rêya Sêyemîn vekin ji ewil em ê vê îktîdarê têk bibin. Em ê yekitiya mezin a ku dê vê pergalê biguherîne ava bikin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî û rojevên heyî nirxand. Sancar, da zanîn ku êdî îktîdara AKP’ê ber bi dawiyê ve tê.

Sancar bi hêviya ku Meha Remezanê bibe wesîleya bereket, edalet û aştiyê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Birçîtî, xizanî û hejarî roj bi roj zêdetir dibe. Sifreyên fitareyê li gorî salên berê pir zehmettir tên danîn. Me di rewşeke wiha de dest bi Meha Remezanê kir. Lê hindik ma ye hevalên hêja; ji bo xelasiya ji vî îktîdara gel terkî xizanî û hejariyê kiriye hindik ma ye. Em di erefeya vê veguherînê de ne. Demekî nêz ma ye ku em welatekî mafên gelê me yê kedkar û sifreya wan mezintir dibe ava bikin. Êdî roj mane ku em dawî li îktîdara AKP-MHP’ê bînin.

 ‘Divê tu kes xwe nede paş’

Bloka îktîdarê ji bo domandina hebûna xwe serî li her rêbazê dide. Di dîroka me de tu carî tifaqeke wiha tarî û talûke nehatiye avakirin. Yekitiya hemû hêzên demokrasiyê ya li dijî vê tifaqa tarî û xetere ji her carê bêhtir girîng e. Divê tu kes xwe ji vê berpirsyartiyê nede paş. Ji bo pêşîlêgirtina vê tifaqa tarî û talûke êdî dem hatiye ku em têkoşîneke hevpar bidin û îradeyeke hevpar nîşan bidin. Yên di serdemeke wiha dîrokî de xeletiyan dikin, dê wijdana gel wan efû neke. Em li berpirsyartiya xwe radibin û bibiryar in ku pêşî li ber tifaqa tarî û xetere bigirin.

 ‘Me hemû derfet seferber kirine’

Em ê di 30’ê adarê de Beyannameya Hilbijartinê ragihînin. Hilbijartin êdî nêz bûne û em jî amadekariyên xwe bi kelecaneke mezin dimeşînin. Me hemû derfetên partiya xwe seferber kirine. Li rexekî serlêdanên bernamzetan û li rexa din jî danezana me ya hilbijartinê ber bi qedînê ve ye. Em ê di 30’ê adarê de bi hevdîtineke mezin vê danezanê ragihînin. Dê ev danezana me bibe bernameya çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê. Dê bibe bernameya rojên ronî, azadiya gelên me, aştî û edaletê. Dê bibe manîfestoya serdem û jiyana nû. Em ê tevî kadroyên xwe mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund, navçe bi navçe, semt bi semt, febrîqe bi febrîqe û zevî bi zevî bigerin. Em ê bi tevahiya mirovên xwe re yekser peywendiyan deynin û bayê veguherînê bigihînin her devera Tirkiyeyê.

‘Eleqeya bo HDP’ê her roj zêde dibe’

HDP’ê li welêt rê li ber pêleke mezin a guherînê vekir. Ji gelek derdorên cuda bo namzetiya partiya me eleqeyeke mezin heye. Em bi vê serfbilind in. Eleqeya bo HDP’ê roj bi roj zêdetir dibe û ev yek jî nîşan dide ku HDP bûye hêvî. Hewl didin bi rêya kompas û dozan pêşî li ber HDP’ê bigirin. Em dizanin ku dê serî li hemû lîstikan bidin lê em ê tevan jî vala derxînin. Me tevahiya xefikên wan texmîn kirin û vala derxistin. Me hemû tevdîrên xwe girtine û dê bêyî xetereyek hebe bikevin hilbijartinê.

‘Em ê dersa herî mezin li ser sindoqê bidin îktîdarê’

Em ê bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Me soz dabû gelên xwe ku dê wan bê alternatîf nehêlin. Di hilbijartineke wiha dîrokî de me nexwest xetereyek çêbibe. Diviya bû me ev hêza guherîn û veguherînê bi veguhesta parlamentoyê. Dema doza girtinê didomiya me serlêdan kir. Me bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn fêm kir bê ka armanc çi ye. Me ev xefik û xetere tevek dîtin lewma me biryar da ku bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinan. Em ê dersa herî mezin li ser sindoqê bidin îktîdarê. Êdî em hîn bûn ku hemû hîle û lîstikên wan vala derxînin. Bila ev jî bo wan bibe derd. Di 14’ê gulanê de navnîşana me diyar e. Hevalên hêja; rêya me Rêya Sêyemîn e. Navnîşan û rêya guherînê Çep a Kesk e. Em di wê baweriyê de ne ku dê di 14’ê gulanê de rengê sindoqan bikin kesk.

‘Em namzet dernaxin’

Weke Tifaqa Ked û Azadiyê me biryar da ku di hilbijartina serokkomariyê de namzet dernexînin. Weke ku me berê jî anî ziman, Belgeya Helwestê ya di 27’ê îlona 2021’an de bo me weke Stêrka Qurixê ye. Me her carê ku di çarçoveya vê stêrkê de em li gel guftûgo û mutabeqetan e. Israra me ya di vê helwestê de didome. Di demekê em ber bi sedsala duyemîn a komarê ve diçin de stratejiya me ya esasî ew e ku demokrasiyeke xurt û aştiyeke mezin bînin Tirkiyeyê, pêvajoya destûra bingehîn a li ser esasên peymana civakî, hemwelatiya wekhev, aştî, azadî û edaletê li ser vê xakê mayînde bikin. Îfadeya şênber a vê hedefa me ya stratejîk jî têkbirina îktîdarê û guherandina pergalê.

‘Me soz daye gelê xwe’

Çi derkeve pêşiya me jî em ê bi israr ber bi vê armanca xwe ve bimeşin. Ji ber ku me soz daye gelê xwe. Navnîşana her kesê ku li dijî pergala talanê, polîtîkayên şer, kedxwarî û cihêkariyê, em in. Armanca me ne statûko ne jî restorasyon e. Armanca me guherandina vê pergalê ye ku her tim krîzan diafirîne. Ji bo bikarin pêşî li ber Rêya Sêyemîn vekin em ê vê îktîdarê têk bibin û yekitiya mezin a ku dê vê pergalê biguherîne ava bikin.

 ‘Em ê hemû pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin’

Di serî de pirsgirêka kurd ku ji her alî vê pêşiya Tirkiyeyê digire, em ê hemû pirsgirêka bi rêya guftûgoyê çareser bikin. Hewcehî bi feraseteke nû heye ku li çareseriyê digere û çandeke siyasî û zimaneke nû heye.  Red û înkarê sed sal bi vî welatî dan windakirin. Em ê ne bi ferasetên xwe dubare dikin lê bi feraseke nû bikevin sedsala duyemîn ku çareseriyê pêş dixe. Ev yek jî bi feraseteke siyasî ya nû pêkan e. Dirûşma me ev e; ne red û înkar lê naskirin û çareserî, ne zext û zilm lê tevlibûn, azadî û wekheviyê dixwazin. Em demokrasiyeke bihêz dixwazin. Armanca me avakirina komareke demokratîk e.  Em bi israr dibêjin ku rêya çareserkirina pirsgirêkan di siyaseta demokratîk de ye. Lewma em hilbijartina parlamentoyê pir girîng dibînin.

‘Mazlûm dê serbikevin’

An em ê tariyê hilbijêrin an jî rojên ronî. Dê rojên ronî bi me re bên. Lewma her deng pir girîng e. Dê bibin temînata pêşeroja me. Em dibêjin ku li dijî zilmê, wêraniyê, talanê, kedxwariyê li vê derê ne û em ê bi hev re biguherînin. Ji bo parastina mafên kedkaran, ji bo têkoşîna jinan em li vê derê ne û dê bi hev re biguherînin. Em ê bi zaliman bidin windakirin û dê mazlum bi ser kevin. Dê Çep a Kesk bi ser keve, dê tifaqa me bi hev re bi ser keve û hemû gelên Tirkiyeyê bi ser kevin.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevserokê HDP’ê Sancar: Em ê vê îktîdarê têk bibin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *