Hevserokên HDP’ê Sancar û Buldan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin

featured
WÊNE MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Stenbolê Hevserokên HDP’ê Mithat Sancar û Pervîn Buldan ku dixwastin tevî komekê, bi mebesta şermezarkirina, êrîşa li dijî Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encû daxuyaniyekê bidin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li gor agahiyan di dema çalakiyê de gelek kes hatine desteserkirin.

Duh li navçeya Kadikoy a Stenbolê, di dema çalakiyeke bo berdana girtiyên nexweş de, polîsekî êrîşî Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Ferhat Encû kir û şimaqek li wî xist.

Li dijî vê êrîşê, Hevserokên HDPê Mithat Sancar û Pervîn Buldan jî di nav de hejmareke parlamenterên partiyê, endam û alîgirên xwe li navçeya Kadikoy a Stenbolê li hev civiyan.

Polîsan destûr neda daxuyaniyê

Bi armanca protestokirina rewşê, biryar bû li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Kadikoyê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn, lê belê kombûna HDP’yiyan rastî destwerdana polîsan hat û polîsan derdora avahiya HDP’ê ya Kadikoyê dorpêç kirin.

Çalakî bi hinceta “Biryara qedexeyê” ya Qeymeqamiya Kadikoyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û kom hate dorpêçkirin.

Gelek kes hatin desteserkirin

Li pêşiya avahiya navçeyê ya ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, dirûşmên “Ferhat Encû rûmeta me ye” û “Zext nikare me bitirsîne” hatin gotin.

Piştre polîsan bi gaza bîberê destwerdan kir û hejmarek kes hatin desteserkirin.

Hat ragihandin, di nav wan de Ferhat Encû û Hevseroka HDPê ya parêzgeha Stenbolê Îlknur Birol jî di nav de nêzîkî 34 kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Kiliçdaroglu rewş şermezar kir

Tevî van geşedanan Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, bi ser hesaba xwe ya medya civakî rewş şermezar kir.

Kiliçdaroglu, di peyama xwe de got, “Nabe ku serokên tu partiyên siyasî, di bin ti şert û mercan de li ser fermanê bibin muxatabê dorpêça polîsan! Ez, eyba li hemberî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar hatiye kirin şermezar dikim.” (Ji ajansan)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevserokên HDP’ê Sancar û Buldan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *