Demîrtaş: Em ê hesabê ji şimaqa li hemberî vîna gel hatiye avêtin bipirsin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Selahattîn Demîrtaş di Doza Kobanê de diyar kir ku ew ê ji yên ku li Stenbolê şimaq li îradeya bi milyonan kesî dane, hesab bipirsin.

20’emîn danîşîna ‘Doza Kobanê’, di salona Girtîgeha Sîncanê de bi tevlibûna 17 jê girtî, 108 siyasetmedaran hate dîtin.

Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û parêzer dozê dişopînin.

 Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di parastina xwe ya danişînê de, balkişand ser rewşa muştekiyên di dosyayê de û da zanîn ku ew nizanin, ev muştekî ji ber çi giliyan dikin.

‘Muştekî bêusul hatine guhdarkirin’

Demîrtaş wiha berdewamî da axaftina xwe wiha got, “Têkildarî provokasyona 7-8’ê cotmehê ji muştekiyan eşkere pirs nayên kirin. Selahattîn Çalak çi meseleya wî şexsî bi min re heye nizanim lê bi taybetî ji min bûye gilîdar. Heke li vir bûya me yê ji bipirsiya. Pir eşkere li holê ye ku ev muştekî bi temamî bêûsil hatine guhdarîkirin. Divê di hizûra dadgehê de li van kesan bê guhdarîkirin. Heke 7 hezar lîre dixwaze, wê biçe doza tezmînatê veke lê em li vir behsa 37 caran cezakirinê dikin. 7 hezar lîre li ku, 37 li ku? Em beyanên van muştekiyan qebûl nakin. Ekîbên girêdayî Wezîrê Karên Navxweyî ku komplogerê vê dozê ye, bi taybetî her tim dixwazin bi belge û agahî bikevin vê dosyeyê. Di nava hefteyekê de belgeyek ji Walîtiya Colemêrgê hatiye, heke em bixwazin nikarin di nava hefteyekê de bigirin. Lê belê ev Sulyeman Soylûyê komploger belgeyek li ku dibîne di kêliyê de wek ‘delîl’ dişîne dosyeyê.”

‘Em dibînin ku dadgeh çiqas li gorî siyasete biryaran didin’

Demîrtaş bi bîr xist ku di dosyeyên wî de du biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene û biryara DMME ya Ferhat Encu îro li dosyeyê hatiye zêdekirin û wiha got: “Duh li Stenbolê polîsek ku komploger Suleyman Soylû wî wezîfedar kiriye şîmaq li Ferhat Encî xist. Ew parlamentere me yê berê ye û yek ji malbata qurbaniyek Qetlîama Roboskî ye. Em dikarin bêjin ku di doza Îmamoglû biryara cezayê hatiye dayîn ku tê gotin ji ber siyasî ye. Lê belê dosyeya me ne îdia ye, biryara mehkumiyetê heye. Daraza bêteref û serbixwe li ser navê miletê tirk biryaran dide. Belê dadgeh serbixwe ye, dadgehê derbarê wan kesên ku bi salan tecawizî zaroka 6 salî kirine du sal îdianame amade nekiriye. Heta biryara binçavkirinê jî nedaye. Hema bêje em hemû ji ‘endamtiya rêxistinê’ tên darizandin. Hûn di asta jor de jî ceza bidin 9 sal û 10 meh e. Kişandina cezayê wê 6 sal e. Hinek heval ji 6 salan bêtir e li vir girtî ne. Bersûcê tecawizê ku bi 67 salan tê darizandin, nehatiye binçavkirin jî. Em dibînin ku dadgeh çiqas li gorî siyasete biryaran didin.”

‘Dadgeh wek komîsyona hilbijartinê ya AKP’ê amadekariyan dikin’

Demîrtaş destnîşan kir ku hin dadgeh li Tirkiyeyê wek komîsyona hilbijartinê ya AKP’ê amadekariyan dikin û wiha axivî: “Heyet û dozgerê we jî viya dike. Xebata bidestxistina hilbijartinê bi rê ve dibe. Lê dema mijar dibin em, kurd û jin muameleya we ev e. Ya şimaq lê dixin ya jî wan ji azadiya wan bêpar dihêlin, yan jî tişta ku tînin serê dayikên me bi erdê re kaş dikin. Em ê dawî li vê trajediye bînin. Ji hilbijartinê re 5 meh mane. Bîrdozaiya we ya siyasî bi cubeyê hatiye niximandin, lê ji ber ku nasnameya me ya siyasî eşkere ye em tên darizadandin.”

‘Biryarên DMME’yê nayî dîtin’

Demîrtaş cezayên li siyasetmedaran tê birîn bi bîr xist û wiha got: “Li aliyekî ceza li Kaftancioglû dibirin li aliyekî li Îmamoglû, li aliyekî li Gultan Kişanak û li aliyekî li me dibirin. Gelo ev e daraza we ya serbixwe? Emê van teşhir bikin. Hûn daraza alîgir û neserbixwe ne. Çimkî bendewariya we ji îktidarê heye. Ev ji bo me ne îdia ne, em bi biryarên DMME’yê diaxivin. Hûn biryarên DMME’yê ji nedîtî ve tên. Ji we û daraza we bêhna siyasî û îktidarê tê. Hûnê ewqas zilmê bikin, heqaretê bikin û paşê jî cubeyên xwe li xwe bikin û teqlîda hakimtiyê bikin. Divê hûn xwe ji vê dosyeyê vekişînin. Em we red dikin. Rastiyên me hene. Tevî van hemû hêcetên redkirinê jî çima hûn hê jî didarizînin? Em pir eşkere dibînin ku dozger parêzertiya Serokkomariyê kiriye.”

‘Em ê hesap bipirsin’

Demîrtaş destnîşan kir ku ew ê li hesabê her tiştekî bipirsin û wiha axivî: “Em îradeya gelê xwe temsîl dikin. Her kesê li vir îradeya bi milyonan kes e. Em ê ji yên li Stenbolê şimaq diavêjin jî û ji yên me didarizînin jî hesab bipirsin. Sozdayîna me heye, ev dozên ku li pêş darazê hesab bidin e. Em zarokên doyî ne. Hûn bi çarenûsa hilbijartina herî girîng a hilbijartinê lîstin, niha jî hûnê bikin. Ez wek Selahattîn Demîrtaş dibêjim ez ê di vê hucreyê de mirina xwe bidim ber çavê xwe lê em ê nehêlin ku ew wê hilbijartinê qezenc bike. Wê ew sindog bibe gora wî. Me şeş salên emre xwe bi berxwedanê li vir derbas kir. Em ê vê heqaretê ji bîr nekin. Em ê van kesên ku vê komployê çêkirine, di wan sindoqan de veşêrin.”

Serokê dadgehê bênavber mikrofona Demîrtaş girt. Tevî ku siyasetmedaran bertek nîşan da jî heyeta dadgehê, xwendina agahiyên ku nû hatin berdewam kir. Sebahat Tuncel bertek nîşanî heyeta dadgehê ku axaftina Demîrtaş qut kir da û bi îdiaya ku Tuncel “pergala danişînê xera kiriye” girtek hat girtin.

Heyeta dadgehê daxwaza reda dadgerî ya Demîrtaş red kir.

Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî axivî û diyar kir ku axaftina Demîrtaş hatiye desteserkirin û got: “Hûnê hîn bibin ku rêzê li îradeya vî gelê bigirin. Divê ku hûn ji nû ve mafê axaftinê bidin Demîrtaş. Hûn nikarin mikrofona me bigirin. Ji bo ku mafê me yê siyasete hat astengkirin ev 6 sal in em di hefsê de ne. Heyeta we sûc dike û bûye sûcdar lê em ne sûcdar in. Hûn îradeya bi milyonan a gelên Tirkiyeyê didarizînin. Tu ferqa we û ferqa heyeta dadgehê ku ceza daye Îmamoglû ji hev tune ye. Hûn didin nîşandan ku ev maseya operasyonê ye.”

Paşê Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak axivî  û destnîşan kir ku divê dadgeh mafê axaftinê bide Demîrtaş û got: “Em ê nebin parçeyek vê operasyona ku hûn dixwazin.”

Aktîvîsta TJA’yê û Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata jî ji heyeta dadgehê re got, “Hevserokê me dizane ku wê mafê xwe axaftinê bikar bîne.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel jî da zanîn ku heyet her tim rageşiyê derdixe û got: “Hevserokê me dikare axaftina xwe bidomîne. Em bi sedemên siyasî li vir in. Girtina vê mîkrofonê jî parçeyek tundiya mêr û dewletê ye. Dewlet hê jî bi zilma kurdan xwe aş dike. Dixwazin bi şimaqê Ferhat Encu ‘terbiye’ bikin. Bi kaşkirina erdê ya dayikên me û Garîbe Gezer dixwazin ‘terbiye’ bikin. Em ê van hemûyan ji nedîtî ve bên? Em ê her li ku dibe bila bibe têkoşîna xwe bidomînin.”

Heyeta dadgehê navber da danişînê. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demîrtaş: Em ê hesabê ji şimaqa li hemberî vîna gel hatiye avêtin bipirsin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *