Hosteyê dawî yê Xarûkê: Min bi hewldanên xwe pîşe heta îro anî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Haydar Yilmaz li Bedlîsê ev nêzî 26 sale pêlavên (sol) Xarûkê çêdike. Yilmaz hem hostetiya Xarûkê dike û hem jî wan dide nasîn. Ew dibêje ku çêkirina Xarûkê karêkî pir bi zehmet e.

Pêlava Xarûkê, di demên ku pêlavên niha têne çêkirin tunebûn, demek gelek dirêj dihatin emîlandin. Xarûk ji mûyê bizinê û kindirê, temamî bi destan tê çêkirin. Hosteyê dawî yê Xarûkê Haydar Yilmaz li Bedlîsê hewl dide vê pîşeya kevnar berdewam bike.

Yilmaz, di sala 1997’an de tevli qursa ji aliyê Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Bajêr ve hatiye vekirin, dibe. Piştî vê qursê Yilmaz dest bi çêkirina Xarûkan dike û tevli gelek fûar û mîhrîcanan dibe. Pêlaveke Xarûkê di nava 5 rojan encax dikare were çêkirin û heta tê çêkirin, nêzî 2 hezar 500 kêlî bi şûjinê tê avêtin.

Xarûk di roja me ya îro de, êdî di nava jiyana rojane de nayê emilandin. Ew piranî bo xemlê û di cihên otantîk (Şark) de tên bikaranîn.

Hosteyê dawî yê Xarûkê: Min bi hewldanên xwe pîşe heta îro anî - bitlis son harik ustasi 4 1024x576 1
Haydar Yilmaz

Xwedî dîrokek 600 salan e

Yilmaz, piştî ku hosteyê Xarûkê ji Bedlîsê koç dike, bo ku pîşe winda neme dest bi dayîna perwerdeya çêkirina Xarûkê dike. Yilmaz derbarê vê pêvajoyê de wiha axivî: “Dibe ku çêkirina Xarûkê jin hin kesan re hêsan were. Lê ne wisaye ye. Ev karekî pir bi zehmet e. Pêşîyê em kindir dikin ben, pişt re li gor hejmara pî, em binê wê çêdikin û kêliyên wê temam dikin. Mûyê bizinan ji aliyê jineke ku li vir jiyan dike ve bi 5 şîşan tê hûnandin. Xebata li ser mûyê bizinê gelek zehmet e, her kes nikare vî karî bike. Pêlavên Xarûkê xwedî dîrokek zêdetirê 600 salan e.”

‘Bazar a Xarûkan kesad e’

Yilmaz ku debara xwe bi çêkirina van pêlavan pêk tîne, destnîşan kir ku ew dixwaze vê pişeyê hînê şagirtan jî bike, lê dibêje mixabin tu kes eleqeyê nîşan nade. Ew diyar dike ku melzeme zêde dest nakeve û bazara Xarûkan jî kesad e. Yilmaz her wiha dide zanîn ku ew di dema berxbira bizinan de diçe gundan û mûyê bizinê ji wan deran dikire. Bi berdewamî Yilmaz got ku di van demên dawî de ew li çiftlikên ku di bin kontrola dewletê de bizinan xwedî dikin, mûyê bizinê distîne, lê piştî ku ev çiftlîk hatine girtin, niha tenê dikare vî melzemeyî ji dervayî welat bikire.

Yilmaz, di axaftina xwe de anî ziman ku beriya hêj li Tirkiyeyê hilberîn nerawestiyayî, wî kîloya mû 22 lîreyan dikerî, lê piştî ku hilberîn sekiniye niha kiloya mûyê bizinê bûye 250 lîre.

Hosteyê dawî yê Xarûkê: Min bi hewldanên xwe pîşe heta îro anî - bitlis son harik ustasi 3 1024x576 2

Hûnereke li ber windabûnê

Wekî gelek hunerên destan, hûnera Xarûkan jî li ber windabûnê ye. Yilmaz, ku niha di kargeha xwe ya biçûk a li Navenda Çandê ya Bedlîsê de hewl dide pîşeya xwe bidomîne, derbirî ku piştî wî tu kes tuneye, vî karî berdewam bike.

Yilmaz axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku pêlavên niha têne çêkirin hem erzan in û hem jî hêsantirîn têne bikaranîn, tu kes eleqeyê nîşanê pêlavên Xarûkê nade. Pêlavên ku em çêdin, nikarin bifiroşin. Niha hem bo ku ev pîşe winda nebe û hem jî bo debara xwe ez Xarûkên biçûk yên xemlê bo wesayîtan û canteyên jinan çêdikim.”

Yilmaz dibêje, “Îro nebe jî wê sibê hinek kes qedrê vê hunerê û Xarûkê bizanin” û dide zanîn ku van demên dawî de, êdî hêdî berhemên kevneşopî rastî eleqeyê tên û ev yek tesîrê li ser karê wî jî dike.

Yilmaz herî dawî destnîşan dike ku ji Almanya û Fransayê gelek kes xwe bi rêya medya civakî digihînin wî û derbarê Xarûkan de ji wî agahî distînin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hosteyê dawî yê Xarûkê: Min bi hewldanên xwe pîşe heta îro anî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *