Îdîanameya rojnamevanan nehate qebûlkirin  

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgehê îdinameya derbarê 49 kesên ku di nav de rojnamevan jî hene, hatiye amadekirin qebûl nekir û ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê re paşve şand.

28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, îdianameya derbarê Hevseroka Giştî ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglûyê û edîtorê heman Ajansê û edîtor/nivîskarê pirtûkxaneya zarokan a biayê Sedat Yilmazî de hatiye amadekirin, paşve şand.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê 5 jê girtî ji bo 49 kesan îdianame amade kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), ji ber ku biryara nepenîtiyê li ser dosyeyê heye, sedema nepejirandinê nehatiye zanîn. 

Çi bûbû?

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lêpirsînek dabû destpêkirin û di encamê de li 15 bajaran polîsan bi ser malan de girtibûn. 19 kes hatibûn desteserkirin ku Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû jî di nava wan de bûn. Di 2yê Gulanê de kesên desteserkirî biribûn edliyeyê û dozgeriyê daxwaza girtina 15 kesan kiribû û xwestibû 3 jî bi şertê kontrola edlî serbest bibin.

Dadweriya Aştî û Cezayî ya Nobedar a Enqereyê biryara girtina rojnameger Sedat Yilmaz, Dîcle Muftuoglû û Erol Balci, Abdûrrahîm Tanyelî û Ramazan Debeyî dabû.

Hevjîna Sedat Yilmazî Selma Yilmaz, Cahît Kanbay, Cîhan Guneş, Îsmaîl Adanmış, Cahît Ablay, Mahmût Dogû, Devran Ak, Şemsettîn Toprak, Mehmet Emîn Yildirim, Cevdet Îsmaîlogûllari, Hasan Ozhan, Evîn Ozbek û Sûat Karagoz bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn. Li gorî biryara dadweriyê wê ev kes biçin îmzeyê bidin û nikaribin derkevin ji derveyî Tirkiyeyê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îdîanameya rojnamevanan nehate qebûlkirin  

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *