IHD, Bi Raporekê Bal Kişand Ser Rewşa Xirab ya Zîndanîyan

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li şaxa Komela Mafên Mirovan (IHD) ya Wanê encamên vekolîna rapora zîndanên Agirî, Wan û Îdirî bi preskonferasekê hat eşkere kirin.

Di 13 Nîsanê de şandeya ku ji parlamenterên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) û İHD pêk dihat li zîndanên sê bajaran li gel girtîyan û rêvebirîya zîndanan hevdîtin pêk anî bûn.

Îro encamên wan hevdîtinan wek raportek li avahîya şaxa IHD ya Wanê bi preskonferasekê hat eşkere kirin. Di rapore de hat dîyar kiri ku li zîndanan dîjî girtîyan tundî û bin pêkirina mafên wan bedevam dike û jîyana wan di bin xeterê de ye.

Mehmet Karataş
Mehmet Karataş

Serokê şaxa IHD yê Wanê Mehmet Karataş bi rêzê ve behsa rewşa zîndanan kir û got ku herî zêde li zîndana Îdirê binpêkirina mafên mirovan pêk tê.

“Niha herî zêde li zîndana Îdirê mafê girtîyan tê binpêkirin, jiber ku çî kesê dikeve wê derê di nava hucreyên yêk kesî de tên girtin. Cizayê girtîyan çi bibe bila bibe ev yêk li hember hemî girtîyan pêk tê.”

Li gor raporê di 7’ê Nîsanê de li zîndana Patnosa Agirîyê li dîjî girtîyan êrîşa gardîyana pêk hatiye û di encamê de Bîlal Babahan, Ferît Kaşçi û Vedat Kalin giran birîndar bûne. Karataş dibêje ku ji avakirina zîndana patnosê heya niha tim li hember zîndanîyan binpêkirina mafên mirovan pêk tê.

“Li wê zîndanê pirsgirêka avaqirêj, pirtûk û rojname nedayîn û rewşa girtîyên nexweş berdevam e. Ji bilî van şandina girtîyan ya bo nexweşxaneyan nayê hin jî pirsgirêkek mezin e. Herwiha malzemeyên wan yên paqijîyê û yên muzîkê dest danîbûn ser. Herî dawî dîjî girtîyan êrîşek pêk hatibû û 3 kes birîndar bûbûn. Destê girtîyekê hatibû şikandin û li ser leşên girtîyên din jî şopên tundîyê hat dîtin. Li ser vê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin, şûna gardîyanan girtîyên ku ji êrîşê birîndarbûne hatin ceza kirin.”

Lê di raportê de rêvebirîya zîndana Patnosê hemî îdiayên dîjî xwe red dike û gotibû ku ew li gor rêzik nameya giştî ya Wezareta Dadê rêvediçin.

Karataş got ku di 20 salên dawî de mercên zîndanîyan dijwartir bûye û bi taybet piştî ku tecrîda li ser zîndana imralîyê pêk hatî li tevahîya zîndanên Tirkîyê jî belavbûye.

Li gor amarên Wezareta Dadê yên di 2021’an de di zîndanan de 297 hezar 726 girtî hene. Li gor raporên IHD’ê jî 604 jê giran 1605 girtîyên nexweş hene. Li gor heman jêderê di sala borî de 59 girtî li zîndanan canê xwe ji dest dane.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
IHD, Bi Raporekê Bal Kişand Ser Rewşa Xirab ya Zîndanîyan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *