Înfaza 12 girtiyan 30 caran hatiye dirêjkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di nava salekê de, li Girtîgeha Bolûyê înfaza 12 girtiyan 30 caran hatiye dirêjkirin û ew nehatine berdan. Di nava van girtiyên de yên nexweş jî hene.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve înfaza girtiyan yek bi yek tê dirêjkirin. Li Girtîgeha Bolûyê di encama dirêjkirina înfazên ku di Adara 2022’yan dest pê kir de bi hincetên weke “Avê zêde bikartînin” , “Ji rêxistinê venaqetin” , “Ji bo poşmaniyê serî lê nedane” , “Tev li aktîvîteyên manewî nabin” 12 girtî nehatine berdan. Înfaza girtiyan di nava meha Adarê de careke din hate dirêjkirin û berdana wan taloqî Hezîrana 2023’yan hate kirin.  

Di nava salekê de înfaza Erdal Tûncer 5 caran, ya Adnan Karakaş, Seyfettîn Bahar û Osman Aslan 3 caran, Nîzam Algunerhan, Fûat Guler, Ferît Orak, Abdulhamît Babat, Mehmet Zahar, Yahya Anik, Mûsa Şanak û Mehmet Înal jî 2 caran hate hatiye dirêjkirin.  

Di nava wan de girtiyên nexweş jî hene  

Hate hînbûn ku gelek girtiyên înfaza wan hatine dirêjkirin ev 30 sal in girtî ne û Nîzam Algunerhan û Ferît Orak jî di nav lîsteya girtiyên nexweş de ne. Hate diyarkirin ku Algunerhan ê 50 salî nexweşiyên şekrê, fitika stû û piştê û varîsa pêşketî pê re hene û nexweşiyên vertîgo, di rûviyan de kolit, ulsera mîde, astim û fitiqa piştê jî bi Orak re hene.

Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Stenbolê parêzer Îshak Demîrel ê bi rêk û pêk serdana Girtîgeha Bolûyê kir, anî ziman ku şewitandinên înfazê keyfî ne.

‘Pêkanîneke kêfiye’

Parêzer Demîrel, da zanîn ku Lijneya Çavdêriya Îdareyê biryara nirxandina “rewşa baş” bêyî bi girtiyan re hevdîtinê bikin digirin û bi sedemên pûç û vala înfaza wan tê şewitandin. Demîrel, destnîşan kir ku Lijneya Çavdêriya Îdareyê bi temamî di bin fermana dozgeriyê de dixebite, ji ber vê yekê biryarên berdanê nade û bi lêv kir ku di nava salekê de înfaza 12 girtiyan gelek caran bi awayekî keyfî hatiye şewitandin.  

Demîrel, anî ziman ku înfaza 12 girtiyan di nava meha adarê de careke din hate şewitandin, berdana wan heta Hezîrana 2023’yan hate taloqkirin û ev tişt gotin: “Li dijî şewitandina înfazan me hem serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bolûyê hem jî saziya înfazê da. Lê dadgerê înfazê biryarên weke yên girtîgehê dide. Ji serlêdanên ku heta niha me kirin tu encam negirtin.”

Pismamê girtiyê nexweş ê nivîskar û şewirmend Nîzam Algunerhan, Celal Algunerhan jî hefteya borî bi telefonê bi pismamê xwe re axivî. Algunerhan da zanîn ku ji ber ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye înfaza Algunerhan hatiye şewitandin.

 ‘Divê ev bêhiqûqî bê rawestandin’

Celal Algunerhan, bertek nîşanî şewitandina 2’yemîn a pismamê xwe û taloqkirina 15’ê hezîranê da û wiha got: “Divê ev bêhiqûqî demildest bê bidawîkirin. Mirovên ku cezayê li wan hatiye birîn xelas bûne çima di girtîgehê de tên ragirtin. Divê raya giştî ya demokratîk û siyasî demildest mudaxileyî vê rewşê bike.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Înfaza 12 girtiyan 30 caran hatiye dirêjkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *