Îsal HDP wê ji xizîneyê 600 milyon TL alîkarî werbigire

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pêşniyar Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2023’an ji aliyê Serokkomariyê ve ji meclîsê re hate pêşkeşkirin. Di çarçoveya budçeya nû de para alîkariya dewletê bo partiyên siyasî jî hate eşkere kirin. Li gor vê yekê HDP wê 600 milyon TL alîkarî werbigire.

Di budçeyê de hatiye diyarkirin ku ji 5 partiyên ku di hilbijartinên 2018’an de ji sedî 3’ê zêdetir deng wergirtine bi tevahî 5 milyar û 25 milyon TL alîkarî bê dayîn, ku dike nêzîkî 300 milyon dolar.

Li gor pêşniyara budçeyê, ger di parlamentoyê de were erêkirin,  dê milyarek û 504 milyon û 975 hezar TL bo 5 partiyan bê dayîn. Ji ber ku sala 2023’ê sala hilbijartinê ye ev alîkarî dibe 3 qat û bi tevahî digihêje 5 milyar û 25 milyon TL’yan.

Li gor rêjeya dengan alîkariya herî zêde AK Partî werdigre û ya herî kêm jî ÎYÎ Partî werdigre.

Li gor budceyê alîkariyên dewletê bo partiyên siyasî wiha ne:

Bi giştî: 5 milyar û 25 milyon

AK Partî: 2 milyar û 182 milyon

CHP: 1 milyar û 162 milyon

HDP: 600 milyon

MHP: 569 milyon

ÎYÎ Partî: 511 milyon

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îsal HDP wê ji xizîneyê 600 milyon TL alîkarî werbigire

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *