Îspanya girtiyên ETA’yê êdî naşîne bajarên din

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Îspanyayê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ew êdî girtiyên ETA’yê naşînê girtîgehên din ên dervayî Welatê Baskê.

Li gor nûçeya ÎnfoWelatê, Wezareta Karên Hundir a Îspanyayê ragihand, ew ê êdî girtiyên Rêxistina Welatê Bask û Azadî (ETA) neşînin girtîgehên li derveyî Welatê Baskê.

Wezaretê bi heman daxuyaniyê diyar kir, ew ê 6 girtiyên din transferê Baskê bikin.

Malbatên girtiyan ev nêzî 30 sale bi rêya saziyên sivîl ji bo vê meseleyê kampanya didan meşandin.

Cara dawî, di Çileya îsal de bi hezaran kes ji bo protestokirina polîtîkaya Îspanyayê ya dijî girtiyên Baskî li bajarê Bilbao yê Baskê çalakiyek lidar xistibûn.

Hêjayî gotinê ye, cara ewil di 2018’an de hukumeta serokwezîr Pedro Sanchez ya Îspanyayê nîşaneyên guherîna polîtîkaya xwe dabû nîşandan.

Sanchez ji ber arîtmetîka parlamentoyê, di demên dawî de pêdiviyê bi dengên parlamenterê ji Baskê dibîne.

Têkoşîna di navbera ETA û Îspanyayê de

ETA, di sala 1959’an de bo serxwebûna welatê Baskê li hemberî Îspanyayê dest bi têkoşîna çekdarî kiribû.

Bi destpêka salên 1990’î de partiyên siyasî yên Baskî ji ETA’yê daxwaza bidawîkirina şer kiribûn.

Rêxistinê, piştî zêdebûna bertekan, di 1999’an de agirbestek ragihandibû û di 2014’an de jî dawî li hebûna xwe anîbû.

Di aloziya di navbera Îspanya û ETA’yê de li derdora 500 polîs û leşkerên Îspanyayê, 240 mîlîtan û bi qasî 350 sivîl hatibûn kuştin.

Piraniya wan sivîl û mîlîtan, bi hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Herwiha 30,000 alîgir û endamên ETA’yê hatibûn girtin.

4 hezar û 770 kes ji aliyê dadgehên Îspanyol ve hatibûn cezakirin.

Niha di girtîgehên Îspanyayê de bi qasî 176 endamên ETA’yê hene.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Îspanya girtiyên ETA’yê êdî naşîne bajarên din

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *