Ji ber ku Wezareta Tenduristiyê cih nedaye Kurdî bertek hatin nîşandan

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Tenduristiyê 5 zimanên cuda li sîstema “e-Reçetem”ê zêde kirin lê cih neda Kurdî. Ev yek jî bû sedema bertekên tund yên li hemberî wezaretê.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesaba xwe ya Twitterê  ragihand ku li pergala e-Reçetemê 5 zimanên Îngîlîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî  hatine zêdekirin.  

Koca di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Zimanên ku pêvajoya ceribandina wan di pergala e-Reçetemê de bi dawî bû doh danê sibehê dest bi xizmetê kir.

Xizmeta bi zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî îro li ser înternetê dest pê kir.”

Di vê navberê de nebûna Kurdî ya di sîstema e-Reçetemê de jî bû sedema bertekên tund.

Partiya Demokratik a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê tora civakî got: “Kurdên ku piştgiriyê didin AKP’yê, gelo hûn jî van pirsan nakin? Birêz Fahrettin Koca qet nebû tu li zimanê xwe jî xwedî derketibayî.”

Li Tirkiyeyê, gelek caran dema ku ziman li sîsteman tên zêdekirin Kurdî tê piştguhkirin.

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî li ser tweeta Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ya derbarê mijarê de wiha got: “Zimanê Kurdî ku zimanê dayikê yê bi milyonan welatiyên me ye, li pergala E-RECETEM’ê nehatiye zêdekirin, ev nayê qebûlkirin. Ev rewş ji bo guhnedana pirsgirêkên bi zimanê dayikê yên welatiyên me yên di wergirtina xizmetên tenduristiyê de ye. Di sîstemeke ku Rûsî û Erebî heye çima Kurdî tune.”

Baroya Şirnexê ji bo zêdekirina Kurdî serlêdan kir

Baroya Şirnexê jî di daxuyaniya xwe de astengkirina mafê tenduristiyê ya bi zimanê dayikê rexne kir û ragihand ku ji bo zêdekirina Kurdî serî li wezaretê daye.

Baroya Şirnexê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Mafê tenduristiyê yê bi zimanê dayikê nayê astengkirin. Li pergala E-RECETEMê ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve bi 5 zimanan dest bi xizmetê kir, zêdenekirina Kurdî ji rastiyan dûr û û li dijî wekheviyê ye. Ji bo ku Kurdî li E-RECETEMê bê zêdekirin serlêdana fermî li Wezaretê hat kirin.”

Serokê Lijneye Rêveberiya Komeleya Çareseriya Dermanfiroşan Miraç Laçin Ulug jî Wezareta Tenduristiyê rexne kir.

Ulug ji bo Kurdî jî li sîstema e-Reçetemê bê zêdekirin bang kir û got: “Li vî welatî zimanê herî zêde di jiyana civakî û malbatî de tê bikaranîn Kurdî ye.

Dema ku bi mîlyonan vî zimanî bi kar tînin, sedem çi ye ku dibe ku tenê zimanê ku dê di vê nûjeniya ecêb de bi kêr bê, nikaribe cîhekî bigire?”

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Parêzer Serhat Eren, nebûna vebijarka Kurdî bi van gotinan rexne kir:

“Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku zimanên Erebî, Îngilîzî, Rûsî, Fransî û Almanî li pergala E-Reçeteyê hatiye zêdekirin. Kurdî tune, Kurd tune, pirsgirêka Kurd tune, wisa he? Hemû siyaseta we li ser înkarkirina Kurdan e. Hebûna me ne hewceyî şirove û îspatê ye. Siyaseta we dê bi vê pratîka we ya nijadperest û dijminane di tarîtiya dîrokê de were darizandin û bê hepskirin.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | sinirli1
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
1
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ji ber ku Wezareta Tenduristiyê cih nedaye Kurdî bertek hatin nîşandan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *