Jiyana koçeriyê li kontarê Çiyayê Nemrûdê

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Koçerên ku ji ber hewayê germ tevî sewalên xwe bajarên Amed, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Êlihê hatine li zozanên kontarê Çiyayê Nemrûdê konên xwe vedane.

Jiyana koçeriyê li kontarê Çiyayê Nemrûdê - AA 20230830 32027852 32027834 BITLIS YAYLALARININ GOCERLERI

Ev koçerên ku debara xwe bi sewalkariyê pêk tînin, di mehên havînê de tevî sewalan berê xwe dane zozanên hênik yên li kontara Çiyayê Nemrûdê yê Bedlîsê. Koçerên ku li gel nêzî 300 hezar sevalan hatine herêmê konên xwe li kontara çiyê vedane û sewalên xwe diçêrînin.

Jiyana koçeriyê li kontarê Çiyayê Nemrûdê - AA 20230830 32027852 32027840 BITLIS YAYLALARININ GOCERLERI

Koçerên ku li vir cih bûne di zozanên hênik û xêr û ber de sewalên xwe didoşin û ji şîrê wan; penîr,mast û rûnê nîvişk çêdikin. Ew dê heta serê payîzê ku hewa sar dibe, li vir bimînin û piştre jî dê cardin vegerin bajarên xwe.

Jiyana koçeriyê li kontarê Çiyayê Nemrûdê - AA 20230830 32027852 32027839 BITLIS YAYLALARININ GOCERLERI

Koçerê bi navê Mustafa Genç ku ji Êlihê hatiye diyar kir ku zozanên Bedlîsê bo wan û sewalan gelek xweş in. Genç destnîşan kir ku ev 23 sale têne vê derê û wiha domand: “Ev der nêzî me ye û xêr û berê wê zê de ye. Em ji şêr berheman çêdikin û difiroşin. Piştî 5-6 mehan em li vir dimîni, paşe jî vedigerin warên xwe.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Jiyana koçeriyê li kontarê Çiyayê Nemrûdê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *