Kemal Kiliçdaroglu û Meral Akşener dê bên cem hev

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu û Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, dê îro bicivin.

Tifaqa Millet ku ji 6 partiyên muxalefetê pêk tê, dê 2’ê Adarê li navenda Partiya Saadetê bicive. Tê payîn ku di civînê de berbijêrê hevbeş ê serokkomariyê yê Tifaqa Millet bê diyarkirin.

Tê gotin ku derbarê berbijêrê serokkomariyê de di navbera CHP û ÎYÎ Partiyê de pirsgirêk hene û ÎYÎ Partî naxwaze Kemal Kiliçdaroglu bibe berbijêr. Kiliçdaroglu û Akşener, dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan îro li Enqerê bicivin.

Koma Parlamentoyê ya CHPê roja 26’ê Sibatê civiya û ji bo diyarkirina berbijêrê serokkomariyê Kiliçdaroglu hat erkdarkirin û desthilata tam bo wî hat dayîn.

Piştî civîna Koma CHP’ê Serokwekîlên Koma CHP’ê Engin Altay, Ozgur Ozel û Engin Ozkoç daxuyaniyek dan û gotin: “Wek Koma Parlamentoyê ya CHP’ê di civîna awarte ya roja 26’ê Sibata 2023’an de derbarê hilbijartina serokkomariyê de li ser navê koma me bi yekdengî Serokê me yê Giştî Kemal Kilicdaroglu hatiye erkdarkirin.” (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kemal Kiliçdaroglu û Meral Akşener dê bên cem hev

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *