Keştiya koçberan li Okyanûsa Atlantîkê winda bû

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li derdora giravên Kanaryayê ya li Okyanûsa Atlantîkê ye keştiya ku nêzî 200 koçber tê de bûn winda bû. Hat ragihandin ku keştî ji bajarê Kafountine yê Senegalê bi rê keti ye.

Hat ragihandin ku tîmên rizgarkirinê yên Îspanyayê li keştiya koçberan a winda digerin ku herî kêm 200 kes tê de bûn, keştiya navborî zêdetirî hefteyekê ye winda ye.

Li gor nûçeya Rûdawê ku spartiye BBC’yê, keştiya ku li derdora giravên Kanaryayê winda bûye ji bajarê Kafountine yê Senegalê bi rê keti ye.

Dûrahiya di navbera Tenerife û Kafountine de nêzîkî hezar û 700 kîlometreyan e. Li gorî rêxistina alîkariyê Walking Borders, di keştiyê de hejmareke zêde zarok jî hebûne.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îspanyayê Efe, keştiya koçberan di 27’ê Hezîranê de ji Nîjeryayê dest bi rêwitiya xwe kiri ye. Hat daxuyandin ku firokeyek jî beşdarî xebatên lêgerînê bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêya Rojavayê Afrîkayê ku koçber ji wir ber bi giravên Kanaryayê ve diçin, yek ji rêyên ku herî zêde koçber lê dimirin e. Herikînên xurt ên Atlantîkê yên li wir dikarin keştiyan biqulibîne. Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku par li wir herî kêm 559 kes mirine.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Keştiya koçberan li Okyanûsa Atlantîkê winda bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *