Li Antakyayê avahiyên dîrokî jî zirar dîtine

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Antakyayê ya Hatayê avahiyên dîrokî jî ji ber erdhejê zirar dîtin e û kavilên van avahiyên dîrokî bi makîneyên kar tên rakirin.

Erdhejên Mereşê yê ku di 6’ê Sibatê de rû dabû, li Hatayê bûye sedema wêraniyek mezin e. Navçeya Antakyayê ku xwedî dîrokek gelek kevn e, di erdhejê de beşek wê mezin hilweşiya û wêran bûye. Bi sedan avahiyên dîrokî ku tomarkirîbûn di erdhejê de hilweşiyan û yên mayî jî tên hilweşandin.  

Wezareta Çand û Turîzmê tabelayên ku divê mudaxileyî hebûnên çandî yên tomarkirî neyê kirin daliqandin. Piştî erdheja di 20’ê sibatê de li Defneyê çêbû navber dabûn xebatên rakirina kavilan lê dîsa ji nû ve dest pê kir.

Li Antakyayê avahiyên dîrokî jî zirar dîtine - Li Antakyaye avahiyen diroki ji zirar ditine 1 1

Cadeya Kurtuluşê ku her sal mazûvaniya bi deh hezaran turîstên xwecihî û biyanî dike xesarek mezin lê çêbûye û her deverê wê wêran bûye. Malên xelkê yên dîrokî û mizgeft û dêrên dîrokî jî li vê derê xesarek mezin dîtine.  

Bi hezaran kes li navçeyê jiyana xwe ji dest dane û niha jî ew kavil avahiyan bi sedan makîneyên kar tên rakirin.

Tê gotin hê jî cenazeyên hin welatiyan di bin kavilan de ye û toz û moranê bi ser navçeyê de girtiye û ev yek rê li ber nexweşînan jî vedike û balkêşe ku tu tevdîr jî nehatine girtin. Ji ber hilweşandina avahiyan bajêr adeta vala bûye. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Antakyayê avahiyên dîrokî jî zirar dîtine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *