Li Elbakê cendirmeyan gule berdan hewayî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Elbakê bi ser Wanê hêzên cendirmeyan bi hinceta desteserkirina welatiyekî bi ser gundê Xaşkanê de girtin û gulle barandin hewa. Gelek kesan dîmenên bûyerê li ser çapemeniya civakî parve kir û nerazîbûn dan nîşandan.

Hejmareke zêde ya leşkeran bo desteserkirina welatiyê bi navê M.E.A bi ser gund de girtine û di dema desteserkirinê de hemû bi hevre gulleyan ber bi esman ve dirêşînin û xelkê gund ditirsînin. Leşker li wan jinan didin ên ku nerazîbûna xwe pêşan didin û qêrîna zarokên ji dengê çekan ditirsin zêde dibe.

Parlamentera HDPê ya Wanê Muazzez Orhan li ser hesabê xwe yê Twitterê ev dîmen belav kirine û dibêje: “Ev der ne Gazze ye Elbak e li parêzgeha Wanê. Ewên gulleyan dibarînin ne leşkerên Israîlê ne hêzên ewlekariyê yên AKPê ya faşîst in. Ne şer desteserkirin e. Her ku dîktatoriya AKPê wenda dike êrîşî Kurd û jinan dike. Ew kesên ku difikirin dê bi tirsê xelk bêdeng bibe ev gel nas nekirine.”

Derbarê dîmen de hejmarek welatî û parlamenteran peyamên nerazîbûnê parve kirine û amaje bi wê yekê dane ku ev dîmen wek dîmenên salên 1990î yên li Bakurê Kurdistanê ne û divê ev yek neyê qebûl kirin.

Walîtiyê daxuyaniyek weşand

Walîtiya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û li gor îdîayên walîtiyê di dema desteserkirina wî kesî de gundiyan kevir avêtine wesayîta leşkeran û wan jî bi armanca belavkirina xizmên wî kesî gulle ber bi esman ve reşandine.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Elbakê cendirmeyan gule berdan hewayî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *