Li Êlihê di encama êrîşa çekdarî de kesek hate kuştin

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Êlihê kesekî bi navê Ozgur T. yê 31 salî di encama êrîşeke çekdarî de hate kuştin.

Li gor agahiyan li navenda Êlihê kesekî nasnameya wî ne diyar bi çekê gule berdane Ozgur T. û di encam de bi giranî ew birîndar kiriye.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tendirûstî û polîs çûne cihê bûyerê û Ozgur T. bo Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê hatiye veguhestin.

Hat ragihandin ku Ozgur T. li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxaleyan jî nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan ji bo desteserkirina kesê êrîşkar polîsan kar û xebat dane destpêkirin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Êlihê di encama êrîşa çekdarî de kesek hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *