Li Erziromê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li Erzeromê, di encama qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya Rûdawê, li ser rêya di navbera gundê Kokan û navçeya Qereyaziya Erziromê de minîbûsek wergeriya. Di encama qezayê de welatiyê bi navê Yaşar B., cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

Piştî ekîbên tenduristî û hewarçûyînê hatin cihê bûyerê û birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li Erziromê.

Cenazeyê, B. jî bo otopsiyê veguhestin morgê û pişt re jî radestî malbatê hate kirin.

Hat diyarkirin ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Erziromê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *