Li gor encamên 15 anketan hilbijartina serokkomariyê di gera yekem de naqede

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gor encamên 15 anketan, hilbijartina serokkomariyê ku dê 14’ê Gulanê bê lidarxistin, di gera yekem de bidawî nabe.

Li Tirkiyê parvekirina encamên anketên hilbijartinê di çarçoveya qedexeyan de îro bidawî dibe.

Şîrketên, Metropoll, Gezici, ORC, ALF, Optimar, SONAR, MAK, Aksoy, AR-G, Yoneylem, PIAR, Area, ArtiBir, HBS û TEAM’ê encamên anketên xwe ragihandine.

Li gor 12 rapirsiyan namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu li pêş e û li gor 3 anketan jî namzetê Tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan li pêş e û di gera yekem de ti namzet %50’ê dengan bidest naxe.

Li gor encamên giştî yên 15 anketan dengê namzetan wiha ne:

Kemal Kiliçdaroglu: %47.6

Recep Tayyip Erdogan: %45

Muharrem Înce: %5.1

Sinan Ogan: %2.4

Herwiha li gor anketa Şîrketa Polimetre ku meha Gulanê hat belavkirin di hilbijartinên parlamentoyê de Tifaqa Millet 278 parlamenteran bidest dixe û Tifaqa Cumhur 246 parlamenteran bidest dixe û Partiya Çep a Kesk (YSP) 76 parlamenteran bidest dixe.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li gor encamên 15 anketan hilbijartina serokkomariyê di gera yekem de naqede

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *