Namzetê Partiya Çepên Kesk hate girtin

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Namzetê Partiya Çepên Kesk  (YSP) ê Eskîşehirê Muslum Koyun bi hincete “Emdamtiya rêxistinê” hat girtin.

Di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, di 30’yê Nîsanê de li Eskîşehîr, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Îsparta, Hatay, Qeyserî û Çanakkaleyê li hemberî Partiya Komînîst Lenînîst Marksîst (MLKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) operasyonek hatibû lidarxistin. Di encama operasyonê de 23 kes hatibûn desteserkirin.

Ji wan kesên hatine desteserkirin, Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Eskişehîrê Muslum Koyun û 3 kesên din bi hincete “Endamtiya rêxistina terorê” hat girtin.

Herwiha li 7 kesan jî cezayê hepsa malê hat birîn.

Hat zanîn ku Deniz Konak, Sadrettîn Polat, Bedran Çogaltay û Alperen Aktaş jî bi merca kontrolkirina edlî hatin berdan û derbarê 13 kesan de jî lêpirsîn berdewam e. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Namzetê Partiya Çepên Kesk hate girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *