Li hemberî avahiya CHP’ê ya Stenbolê êrîşa çekdarî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Seroka Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglu, ragihand ku, li hemberî avahiya Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê êrîşeke çekdarî pêk hatiye.

Avahiya Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Rêxistina Stenbolê ku li ser rêya TEM’ê ya li Seyrantepeyê ye, rastî êrîşeke çekdarî hatiye. Seroka CHP’ê ya Stenbolê Dr. Canan Kaftancioglu, bi ser hesaba xwe ya Twîterê daxuyand ku li ber avahiyê 6-7 caran gule hatine teqandin.

Kaftancioglu di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:

“Di 06.04.2023’an de saet derdora 05.00’an, li hemberî avahiya Rêxistina me ya CHP’ê ya Stenbolê ku li ser rêya TEM a Seyrantepeyê ye, êrîşeke çekdarî ku em wisa difikirin ku li hemberî avahiya me pêkhatiye, rû daye.

Li gor îfadeya polêsê nobedar yê li ber avahiyê û peywirdarên me yên ewlehiyê, 6-7 gule hatine teqandin. Li gor agahiyên destpêkê tu gule li avahiya Serokatiya Bajêrê me neketine. Lê li cihê bûyerê qalikên quleyan yên vala hatine dîtin.

Derheqê bûyerê de polêsan lêpirsîn dane destpêkirin. Dema agahiyên nû derketin em ê bi we re parve bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 31’ê Adarê de li hemberî avahiya Rêxistina ÎYÎ Partiyê ya Stenbolê jî êrîşek çekdarî hatibû lidarxistin. Hatibû gotin ku notirvanê înşaatê yê li hemberî avahiya ÎYÎ Partiyê gule berdane dizan, lê gule li avahiya ÎYÎ Partiyê ketine. Notirvan hatibû desteserkirin û piştî wergirtina îfadeyê ew hatibû berdan.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li hemberî avahiya CHP’ê ya Stenbolê êrîşa çekdarî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *