Li Îranê, di dema çalakiyan de du ciwanên Kurd hatine qetilkirin

featured
Fercad Derweşî û Zakeriya Khial
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarên Ûrmiye û Pîranşarê yên Îranê, di dema çalakiyên li diji kuştina jina Kurd Jîna Emînî de, du ciwan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin.

Li gor agahiyên ji Navenda Mafê Mirovan a Hengawê hatine wergirtin, li bajarên Ûrmiye û Pîranşarê yên Îranê şevêdin li dijî kuştina jina Kurd Jîna Emînî çalakiyên protestoyê hatiye lidarxistin. Hat ragihandin ku di dema çalakiyê de li Ûrmiyê ciwanê bi navê Fercad Derweşî yê 23 salî û Zakeriya Khial ê 16 salî li Pîranşarê  di encama gulebarana hêzên Îranê de hatineye qetilkirin.  

Di 13 Îlonê de Jina Kurd Emînî ya 22 salî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve bi lêdanê hatibû desteserkirin. Piştî ku Emînî, li navenda polîsan ji ber lêdanê giran bû ew weguhestin nexweşxaneyê, wê di 16’ê Îlonê de li vir jiyana xwe ji dest da.

Piştî mirina Emînî, çalakiyên nerazîbûnê yên li hember bûyerê li seranserî Îranê belav bû. Di vê çarçoveyê de ev çend rojin li bajarên Îranê yên wekî, Sîne, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Bane, Merîwan, Qurwe, Bîcar, Kirmaşan, Ciwanro, Ûrmiye, Mihabad, Bokan, Serdeşt, Pîranşar, Şino, Mako, Tehran, Kerec, Reşt, Sarî, Gorgan, Tewrêz, Kirman, Îsfehan, Yez, Meşhed û Kîş çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin.

Hat hînbûn ku heta niha di van çalakiyan herî kêm 5 kesî jiyana xwe ji dest daye û zêdetirê 100 kes jî birîndar bûne. Her wiha hejmarek zêde welatî jî di vê demê de hatine desteserkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê, di dema çalakiyan de du ciwanên Kurd hatine qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *