NY: Bila qetilkirina Emînî bê lêkolinkirin

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Neteweyên Yekbûyî, derbarê qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî daxwaz kir, “lêkolîneke bê alî” bê kirin û “rastî ji malbata Jîna Emînî re bên aşkerekirin”.

Neteweyên Yekbûyî (NY), têkildarî qetilkirina jina Kurd a 22 salî Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên Exlaqê yên Îranê ve li Tehranê hatibû kuştin, daxuyaniyek weşand.

NY’yê di daxuyaniyê de got, “Em daxwaza lêkolîneke bê alî û bi bandor derbarê bûyera canjidestdana Jîna (Mehsa) Emînî dikin û daxwaz dikin rastî ji malbata wê re bên aşkerekirin.”

Neteweyên Yekbûyî herwiha amaje bi xwepêşandanên xelkê yên piştî wê bûyerê û tundiya hêzên emnî yên Îranê li hember wan xwepêşandan kiriye û “serederiya tund a hêzên emnî li hember xwepêşanderan şermezar” kiriye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
NY: Bila qetilkirina Emînî bê lêkolinkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *