Li Mêrdînê heyama komkirina hêjîran dest pê kir

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Qoser a Mêrdînê hilberîneran dest bi komkirina hêjîran kir.

Li herêma Xursê ku ji 12 gundan pêk tê û dikeve ser navçeya Qoser a Mêrdînê, hilberîner serê sibê berê xwe didin baxçeyan, hêjîrên gihîştî kom dikin û dişînin marketan.

Ahmet Omukê ku li gundê Sancarliyê digel hevsera xwe û zarokên xwe hêjîran kom dike, diyar kir, bi salan e li vî gelî darên wan ên hêjîran hene.

Omuk destnîşan kir ku li herêmê 3-4 cure hêjîr hene û her wiha hêjîr ji ber ku xwezayî ne, pir tên ecibandin û kirîn.

Di berdewamiyê de, Omuk bal kişand ku van salên dawîn bi kêmbûna ava gelî va, dahata hêjîran jî daketiye û wiha domand: “5-6 sal berê hem ava çem û hem jî ava qanalê diherikî. Lê niha av pir kêm e. Dema dibe Tîrmeh, av namîne. Ji ber vê çendê ber û berhemdarî carinan dadikeve. Em hêjîrên xwe bi awayekî xwezayî mezin dikin û lewma jî pir şirîn û xweş in.”

Cotkar Mehmet Gumuş jî diyar kir, ji her derî ji bo hêjîrê wan teleb heye û wiha got, “Gava em dibin sûkê, kiriyar pir in. Her wiha em li gorî sîparîşan jî difiroşin. Ji bo hişkkirinê û ji bo çêkirina reçel jî tê emilandin. Her wisa em dişînin parêzgehên wekî Îzmir û Enqereyê jî.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mêrdînê heyama komkirina hêjîran dest pê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *