Li Rihayê 3 kes hatin desteserkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Wêranşar a Rihayê cendirmeyan mudaxaleyê welatiyên ku avakirina GES’ê protesto dikirin rastî mudaxaleya cendirmeyan hatin. Di encama mudaxaleyê de muxtarê gundê Zokê û 2 jin hatin desteserkirin.

Li mezreya Duzukê a bi ser gundê Kadikoyê yê navçeya Wêranşar, 2 jin û keyayê gund hatin desteserkirin. Şîrketa Kalyoncûyê ji bo li gund li ser 13 hezar donim erd Santrala Enerjiyê ya Tavê (GES) çêbike, bi makîneyên kar hat gund. Şêniyên gund jî ku bi sewalvaniyê debara xwe dikin, bertek nîşanî vê dan.

Piştî ku welatiyan bertek nîşan da, cendirme hatin gund û mudaxale welatiyan kirin. Li cihê bûyerê bi ava şid û gaza îsotê mudaxaleyî gundiyan kir.

Piştî mudaxaleyê Fatma Derîn (22), Fîdan Derîn (24) û muxtarê gundê Zokê Îbrahîm Dayan ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin.

Hat hînbûn ku cendirmeyan her sê welatî birine Qereqola Cendirmeyan a Duzukê. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Rihayê 3 kes hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *