Li Wanê cejna zimanê Kurdî hat pîrozkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

 

Li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ji aliyê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ve bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakiyek hat lidarxistin. Ji nivîskarên Weşanxaneya Avestayê Kenan Söylemez beşdarî çalakiyê bû û li ser pirtûka Şakiro sohbet kir. Piştî axaftinê Nivîskar Kenan Söylemez pirtûka xwe ji bo xwendevanên xwe îmze kir.

 

Li Wanê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin. Di pîrozbahîyêde dengbej û çîrokbêj derketin ser dikê. Nivîskar û çîrokbêj Ayhan Erkmen ku dê beşdarî çalakiyê bû û di der barê girîngiya zimanê Kurdî û 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de peyam da. Serokê Şaxa Egitim-Sen a Wanê yê heyama berê Bedrî Yamaç û Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Wanê Kadîr Kutevî jî têkildarî girîngiya rojê de peyam dan.

Li Wanê cejna zimanê Kurdî hat pîrozkirin - Ayhan Erkmen

‘Hawara welatê me bû hawara me’

Erkmen di axaftina xwede balkişand ser cejna zimanê Kurdî û wiha got, “15 Gûlan di sala 1932 Celadet Bedirxan û hevalê xwe bin xetê kovara Hawarê derxistin. Hawara welatê me bû hawara me yê ziman qedexe û bindest bû. Ew hawara wana gihîşte roja îro hîn û Kurd îro ew qas sala şûnda ve rojê wek cejna zimanê Kurdî pîroz dikin. Ez cejna zimanê Kurdî hemû Kurda pîroz dikim dibêjim em Kurdî bixwînin Kurdî bijîn Kurdî bistirin û Kurdî hesbikin.”

‘Zimanê Kurdî wisa zimanekî kûre nayte gotin’

Piştî, Erkmen, di bernameyê de dora axaftinê Kadir Kutevî wergirt. Kutevî destnîşan kir ku Zimanê got, zimanek gelek kûr e û ev tişt lê zêde kir: “Em 15 Gûlanê pîroz dikin. Zimanê Kurdî wisa zimanekî kûre nayte gotin weke behrekî tu dilopekî jê vexwî tu jê têrnabî. Ji bo wî em 15 Gûlanê cejna zimanê Kurdî pîroz dikin.”

‘Statûyekî lazime ji zimanê mera’

Bedri Yamaç jî di bernameyê de anî ziman ku her diçe axaftina kurdî dinava civakê de kêm dibe û wiha domand: “Ez cejna me pîroz dikim. Ziman ji bo me hertiştê. Nasnama meye, eger zimanê me tunebe hebûna me me jî ji holê radibe. Zimanê me berbi asîmilasyonê va diçe em nikarin berbi bisekinin. Berî 20-30 sala ewil zimanê me nav Kurda da nav Kurdîstanê belkî sedî 70-80 dihate axawtin me bi zimane xwe xeberdida. Wî demî berhemên me hindikbûn. Lê belê me Kurdî diaxivi. Vê gavî mixabin zêde berhem hatine çapkirin lê belê Kurdî ber xilasbûnê, ber tunebûnê ve diçe. Ev xeterekî mezine.em çawa peşîya vê tiştî bigrin? Statûyekî lazime ji zimanê mera. Gerek em xebatê tekoşînê zimanê pêşvebibin. Qada li her cîya em tekoşîna zimanê bikin ku zimanê me xelasnebe.”

‘Gerek em zimanê xwe xwedî derkevin’

Dengbêj Kerîmê Jîrkî di axaftina xwe de got, “Ez tiştê gelek zelal nabînim ji bo zimanê Kurdî. jê bawerim lê serkeve. Vî demî em li malê xwe jî zimanê Kurdî neaxivin. Zorkên me jî zû Tirkî hîn dibin. Lê gerek em zimanê xwe xwedî derkevin. Ez 32 sale metropola dijîm lê ez Tirkî nizanim. Bes Kurdî diaxivim. Daxaziyamin ewe ku Kurd zimanê dayîkê biaxivin.

Li Wanê cejna zimanê Kurdî hat pîrozkirin - Keremi Jirki

‘Gerek Kurd zimanê xwe xwedî derkevin’

Nûnere Komeleya Navenda Lekolînên Ziman û Çand ARSISA ya Şaxa Wanê Murat Sekmen di dawiya bernameye de axivî û nerînên xwe wiha anî ziman “15 Gûlanê di hêla Kurdan de wekî cejna zimanê Kurdî tê zanîn. 15’ê Gûlanê dîroka xwe ji kovara Hawar digire. 15’ê Gûlanê dixwaze Hawara xwe li dijî asimilasyona heyî li dijî pişaftinê dixwaze zimanê Kurdî biparêze. 15 Gûlanê pir bi wateye, ji bo xwedî derkeftina zimanê Kurdî. Gerek Kurd zimanê xwe xwedî derkeve û hemû Kurd zimanê xwe biparêze.”

 

Video: Zelal Sahidenur Sari

Video-Montaj: Dıldar Güler

Serhat News

(lg/

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê cejna zimanê Kurdî hat pîrozkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *