Li Wanê di nava mehekê de 169 kes hatine desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Van Haber-Li Wanê, di encama operasyonên hêzên ewlehiyê de, di nava mehekê de 169 kes hatine desteserkirin. Ji van kesan 75 kes jî hatine girtin û ew ji girtîgehê re hatine şandin.

Midûriyeta Ewlekariya Wanê bi daxuyaniyekê daye zanîn ku ji destpêka 1’ê Tebaxê heta 31’ê Tebaxe, di encama operasyonan de li bajêr, 95 kesên ku bi gelemperî 221 sal cezayê wan yê hepsê heyî hatine desterkirin û ji van kesan 55 kes ji aliyê dadgehê ve hatine girtin.

Midûriyetê her wiha ragihandiye ku di operasyonan de 50 kes jî bi gumana diziyê hatine desteserkirin û ji wan jî 20 gumanbar hatine girtin.

Herî dawî di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 24 kes jî ku der heqê wan de biryara girtinê hebû, ji aliyê ekîbên dewriyeyê yên Yunusan ve hatine desteserkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê di nava mehekê de 169 kes hatine desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *