Li Wanê ji bo mexdûrên KHK’ê çalakî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêxistinên civaka sivîl yên li Wanê bi armanca balkişandina ser rewşa mexdûrên KHK’ê çalakîyek li dar xist. Rêxistinan daxwaz kirin ku demildest mexdûrên KHK’ê radestî peywirê bên kirin.

Platforma Şaxên KESK’ê, Odeya Tabîban a Van-Colemêrg, DÎSK, Şaxa Genel Îşê, Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, û Kordînasyona Bajar ya TMMOB’ê li ser cadeya Cumhûrîyetê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Serokê Şaxa Genel Îş ya Wanê Omer Tekîn, di daxuyaniyê de bilêv kir ku desthilatê li ser karmend û derdorên demokratîk pêkutiyên xwe zêde kirine û balkişand ku ev pêkutî piştî darbeya 15 Tîrmehê derketiyê asta herî jêr.

Li Wanê ji bo mexdûrên KHK’ê çalakî - Vanda STKlar KHK mağdurlari için sokağa çikti1 1

Tekîn, her wiha bibîr xist ku piştî darbeya 15 Tîrmehê OHAL hatiye îlan kirin û di dema OHAL’ê de jî gelek karker û karmend bi KHK’yan ji kar hatine derxistin. Tekîn wiha dewam kir: “Bê darizandin hevalên me ji kar hatine derxistin. Ti delîlên hiqûqî nehatine peşkeş kirin. Bê parastin ev hevalên me ji kar hatine derxistin. Heta niha 130 hezar karmend ji kar hatine derxistin. Em bang li desthilatîyê dikin ku demildest ev hevalên me radestî peywirê bên kirin.”

Serhat News

(aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê ji bo mexdûrên KHK’ê çalakî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *