Li Wanê vê car jî jimarekên ceyranê xistine nava ‘Qefesê’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

VEDAŞ’ê li Wanê di sala 2020’an de jimarekên ceyranê yên li mal û karkehan derxistibû ser dîrekan. Şîrketê vê carê jî bo jimarekên ceyranê yên di sîteyan de ‘Pergala qefesê’ aniye û jimarek xistine nava qotiya girtî ya bi qilfekirî.

Di sala 2020’an de Şîrketa Anonîm ya Belavkirina Ceyranê ya Van Goluyê (VEDAŞ) li hin taxên Wanê ku piranî welatiyên feqîr lê dijîn, jimarekên ceyranê derxistibû ser dîrekan. Piştî vê pêkanînê, ji welatiyan re fatureyên ceyranê yên gelek zêde hatin şandin. Li ser vê yekê niştecihan serî li darazê dabûn û bi ser biryara dadgehê, derketibû hole ku şirketê dahatiyeke neheq bidest xistiye. Pêkanîn wê demê di nava civakê de bûbû sedema nerazîbûnê û parlamenterê wê demê mijar xistibû rojeva meclîsê. Ji ber van bertekan VEDAŞ’ê navber dabû pêkanînê.

Piştî ku bertek kêm bûn Pergala Qefesê anîn

Ekîbên VEDAŞ’ê piştî ku bertek kêm bûn, vê car jî berê xwe dane sîteyên mezin yên li nava bajêr. Ekîban panoyên ceyranê yên li sîteyan jêkirin û li şûna wan qotiyên girtî yên qilfekirî bicih kirin. Ev pergala ku wekî ‘Pergela Qefesê’ tê binavkirin, rê nade ku welatî hîn bibin, ka çend ceyran şewitandine.

Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç wê demê mijar anîbû rojeva meclîsê. Sarisaç, bi daxwaza bersivandina Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê wê demê Fatîh Donmez pisyarnameyek pêşkeşî meclîsê kiribû.

Sarisaç, di pisyarnameya xwe de wiha gotibû: “Şîrketa Anonîm ya Belavkirina Ceyranê ya Van Goluyê (VEDAŞ) li Wanê ku herêma min a hilbijartinê ye, welatiyan mexdûr dike. Ekîben VEDAŞ’ê bi piştgiriya hêzên ewlehiyê diçin taxan û bi ser malên welatiyan de digirin. Ceyrana wan qut dikin, jimarekan derdixin ser dîrekan û cezayên pirr zêde ji wan re dibirin.

Herî dawî 29’ê Kanûna 2020’an, li Taxa Yalim Erez a Wanê welatiyan bertek nîşanê ekîbên VEDAŞ’ê dane û ne hiştine ew jimarekan derxin ser dîrekan. Ev pêkanîn welatiyan têxe bin tohmetê û wan a wekî ‘Diz’ dide nîşandan. Her wiha derxistina jimarekan bo ser dîrekan li bajêr dibe sedema qirêjiya dîtbariyê jî. Belê divê rê li ber bikaranîna ceyrana qaçax were girtin. Lê belê ev pêkanîna hov ji bilî Wanê li tu deverên Tirkiyeyê nehatiye bikaranîn. Ev pêkanîna ku welatiyan dixe bin tohmetê, rûmeta mirovan diêşîne. Derxistina jimarekan bo ser dîrekan, mafê welatiyan yê hînbûna, gelo çiqas ceyran şewitandine, ji destê wan distîne. Kesên ku li dijî vê pêkanînê derdikevin jî bi qutkirina ceyranê têne cezakirin. Pêwîste ku hikûmet li gor rêgezên dewleta civakî û hiqûqî li dijî vê pêkanîna VEDAŞ’ê ya kêfî derkeve û dest bi tevgerê bike.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê vê car jî jimarekên ceyranê xistine nava ‘Qefesê’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *