Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Wanê hat lidarxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Parêzer Firat Durmaz di lijneyê de weke Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Wanê hate hilbijartin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Lijne, li Euwana Konferansan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hate lidarxistin. Lijneyî diyarî Dayikên Şemiyê hate kirin û li gel delegeyan, her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li lijneyê bûn. Konferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî rapora darayî û xebatan hate xwendin.

 Piştre jî Rêveberê Şaxa ÎHD’a Wanê Hamdî Bayhan axivî. Bayhan, berxwedana Dayikên Şemiyê silav kir û wiha got: “Li Tirkiyeyê faşîzm êdî xwe sazûman kir. Zext li muxalîfan tê kirin, cezayê hefsê li parastvanên mafan tên birîn. Lewma divê qada mafên mirovan neyê terikandin. Rizgariya vî welatî bi demokrasî û mafên mirovan dibe.”  

Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş jî ev tişt anî ziman: “Xebatên ÎHD’yê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Ji tecrîda li girtîgehan heta binpêkirina mafên mirovan, gelek pirsgirêk hene. Li Kurdistanê polîtîkayeke gelek qirêjî tê meşandin. Tecrîda li Îmraliyê li ser birêz Ocalan û girtiyên din tê ferzkirin, pirsgirêka herî girîng e. Ji ber ku ev tecrîd li Kurdistanê weke binpêkirinên rojane li gel vedigere. Em heta niha her tim ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê têkoşiyan û dê ev têkoşîn bidome. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi ser kevin.”

Piştî axaftina Karataş, lijne bi axaftinên beşdaran dom kir.

Piştî axaftinan, hilbijartin hate kirin û Firat Durmaz weke serokê şaxê yê nû hate hilbijartin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’ê ya Wanê hat lidarxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *