Madonnayê bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir

featured
WÊNE AP
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Stêrka pop mûzîkê Madonna bo mexdûrên erdhejên Tirkîye û Sûrîyê banga alîkarîyê kir.

Stranbêja Amerîkî Madonna li ser hesaba xwe ya Instagramê derbarê erdhejên Mereşê de peyamek belav kir û got ku trajedîya erdhejê pir mezin e.

Madonnayê di berdewamiya peyama xwe de wiha gotiye: “Di Roja Evîndaran de herkes behsa eşqê dike. Em ji Tirkîye û Sûrîyê re, ku di vê erdheja mezin de bi trajedîyeke mezin re rûbirû mane, enerjîya xwe ya şifa û hezkirinê bişînin’’

Wê dîyar kir ku bo şandina alîkarîya adresa herî baş ahbap.org a bi pêşengiya hunermend Haluk Levent hatiye avakirin e.

Hin navdarên Tirkîyê bi şiroveyan spasîya Madonna kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di erdhejên Tirkîye û Sûrîyê de nêzî 40,000 kesan canên xwe ji dest dane. (Dengê Amerîka)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Madonnayê bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *