NATO bo mexdûrên erdhejê konteyneran dişîne Tirkiyeyê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

NATO’yê biryar daye ku ji bo mexdûrên erdhejên Mereşê, hezar konteyneran bişîne Tirkiyeyê. Hat ragihandin ku partiya ewil ku ji 600 konteyneran pêk tê li keştiyê hatiye barkirin û ji Îtalyayê birê ketiye.

Di daxuyaniya NATO’yê ya nivîskî de hatiye diyarkirin ku 600 konteyner li bendêra Tarantoyê ya Îtalyayê di 19’ê Sibatê de hatine barkirin û keştî berbi Tirkiyeyê ve birê ketiye.

Tê pêşbînîkirin ku konteyner hefteya bê bigihîje Îskenderûnê û piştî ku ekîpman werin radestkirin, kamp dê were avakirin.

Hatibû ragihandin, tesîsên baregehên ku di tetbîqat û operasyonên NATO’yê de tên emilandin, derfetên wekî germkirin, jenerator û tedawiya tibî li xwe digirin. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
NATO bo mexdûrên erdhejê konteyneran dişîne Tirkiyeyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *