Niştecihên taxa Yenî: Bo taxa me tu tişt nehatiye kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Artemêta ya Wanê, welatî bo ku di kolana wan de xeta gaza xwezayî nehatiye çêkirin bi gazincin. Niştecihên taxa Yenî dibêjin, Şaredarê Artemêtê Îsmaîl Say yê AKP’î bo çareserkirina pirsgirêkan gelek saz dane wan, lê belê heta niha tu soz bicih nehatine.  

Niştecihên Taxa Yenî ya bi ser Navçeya Artemêta jiber ku pirsgirêkên taxê yên wekî çêkirina xeta gaza xwezayî bi gazincin. Welatî dibêjin bo çareseriyê heta niha serî li gelek sazî, parlamenter û şaredaran dane, lê mixabin heta niha tu pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin.

Welatî îdîa dikin ku di sala 2019-2020’an de li derdora taxa Yenî xeta gaza xwezayî hatiye kişandin û bo TOKÎ’yan gaz hatiye dayîn. Niştecih dixwazin gaz ji taxa wan re jî bê dayîn. Lê saziyên berpisyar ji wan re dibêjin piştî TOKÎ’yê wê gazê bidin taxê.

‘Bo çareseriyê ez çûm cem parlamentaran’

Niştecihê Taxa Yenî Seyît Haşîm Arvas destnîşan kir ku di sala 2015-2016’an de Şaredariya HDP’î rê û peyarêyên taxê çêkirine, her wiha dide zanîn xizmetên binesazî û kanalîzasyonê jî wê demê hatine çêkirin, lê piştî diyarkirina kuyum li taxa wan tu xizmet nehatiye pêkanîn.

Niştecihên taxa Yenî: Bo taxa me tu tişt nehatiye kirin - Seyit Haşim Arvas 1024x576 1
Seyît Haşîm Arvas

Ew dibêje, bo çareseriya pirsgirêkan çûye cem, walî, keymeqam, parlamenter û gelek saziyan û wiha diaxive; “Ez çûm cem parlamenter Osman Nurî Gulaçar, Abdulahat Arvas û Îrfan Kartal. Lê mixabin wan jibo me tu tişt nekir. Piştre em çûn cem qeymeqamê Artemêtê. Me pirsgirêkên xwe ji wan re jî gotin wî jî bo çareseriyê tu tişt nekir.”

‘Şaredariya AKP’î bo taxa me heta niha tu tişt nekiriye’

Arvas, di berdewamiyê de bilêv kir ku Şaredarê Artemêtê Îsmaîl Say gazî taxê kirine û wiha pêde çû: “Me ji wî re got, ‘Jibo taxa me şaredirayê AKP’î heta niha tu tişt nekiriye’. Me serî li hemu saziyên dewletê da. Lê bo çareseriyê tu tişt nehatiye kirin. Di salên 2019-2020’an de bo TOKÎ’yê xeta qaza xwezî hat kişandin. Xeta gazê di bin taxa me de derbas kirin û bo wê derê birin. Dibêjin piştî TOKÎ’yan ewê gazê bidin taxê. Ez ji vir bang li hemû rayedaran dikim ku pirsgirêka me ya xeta gazê bila we re çareserkirin.”

 ‘Belediye başkanımız kendisini Ankara’ya adadı’

Fazil Aslanê ji heman taxê jî derbirî ku 30 sale li vê taxê jiyan dike û dide diyarkirin ku gelek soz ji wan re hatine dayîn û wiha got, “Şaredarê Artemêtê bo vekirina mizgeftê hat. Wî gelek soz dane me lê yek jî bicih neanî. Kengî em pirs dikin, dibêjin ‘Çûye Enqerê’ û me ji wir vala dişînin.”

Niştecihên taxa Yenî: Bo taxa me tu tişt nehatiye kirin - Fazil Aslan 1 1024x576 1
Fazil Aslan

Aslan, angaşt ku ji aşxaneya şaredirayê bo malbatên dewlemend xwarin tê dayîn û malbatên xêzan jî wisa birçî dimîn û wiha dewam kir: “Wan aşxaneyek vekiriye. Lê xwarin didin malbatên dewlemend. Li vir qey malbatên xêzan tunene? Malbatên me yên ku nikarin debara xwe bikin hene. Ez şahidim, ji aşxaneyê bo malbatên dewlemend xwarin diçe. Bila dewlet xwedî li me derkeve. Em miletek bê xwedîne”

‘Tu kes ji bo welatiyan belaş kar nake’

Welatiyekî din ê taxê Ubeydullah Aydogdu jî dibêje ku gelek pirsgirêkên taxê hene lê pirsgirêka herî mezin niha ew e ku xeta xaza xwezayî nayê danîn. Ew dibêje, ku ji ber vê yekê mexdûr dibin û wiha bilêv kir: “Tu kes ji bo welatiyan belaş naxebite, qezenca dewletê di vî karî de heye. Ger gaza xwezayî li vir bê kişandin, dewlet wê belaş nekişîne, heqê xwe bigire. Lê ev du sal in em hewl didin, lê nekarîn bînin taxa me. Em dixwazin di zûtirîn dem de gaza xwezayî bikşînin taxa me. Li her du aliyên taxa me gaza xwezayî heye, lê li du kolanên ku em lê ne, xeta xaza xwezayî nîne. Dema gaza xwezayî neyê em bêbextiyê dikin. Em dixwazin wekî her taxê gaza xwezayî hebe. Gaza xwezayî tiştekî rehet e. Jixwe em heqê sotemeniyê didin, lê ger gaza xwezayî peyda bibe dê paqijtir bibe. Li bajêr, li taxan, di tenduristiyê de gaza xwezayî baştir e.”

Niştecihên taxa Yenî: Bo taxa me tu tişt nehatiye kirin - Übeydullah Aydoğdu 1024x576 1
Ubeydullah Aydogdu

Serhat News

 Vîdeo: Zelal Sahîdenur Sari

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Niştecihên taxa Yenî: Bo taxa me tu tişt nehatiye kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *