Optimar: Her dû tifaq jî beyî HDP’ê nikarin serbikevin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gor encamên lêkolîna Şîrketa Anketê ya Optîmarê ya dawî, AKP bi rêjeya %37.8, CHP bi rêjeya %25.9 û HDP jî rêjeya %11 dengan werdigire. Bi van encaman HDP bûye partiya kilî û her dû tifaqên Cumhar û Millet beyî HDP’ê nikarin serbikevin.

HDP bi rêjeya %11 partiya kilîd e û ne Tifaqa Cumhur û ne jî Tifaqa Millet bêyî piştgiriya HDPê nikarin di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser kevin.

Optîmarê, encamên anketa xwe ya dawî parve kir. Li gor vê rêjeya dengên AKPê %37.8, rêjeya dengên CHPê %25.9, rêjeya dengên HDPê %11, rêjeya dengên ÎYÎ Partiyê %9.8 û rêjeya dengên MHPê %9.5 e.

Bi vî awayî rêjeya dengên Tifaqa Cumhur, ku AKP, MHP û BBP têde cih digirin, ji %47.9 û rêjeya dengên partiyên muxalefetê ku ji CHP, ÎYÎ Partî, DEVA, Gelecek Partisi, Seadet û Demokrat Partiyê pêk tê, ji %37.8 e.

HDP bi rêjeya ji %11 partiya kilîd e û ne Tifaqa Cumhur û ne jî tifaqa maseya şeş partî bêyî piştgiriya HDPê nikarin di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser kevin û li parlamentoyê piraniyê bi dest bixin.

Rêjeya dengênYeniden Refah %1.2 ye, rêjeya dengên DEVAyê ji %1, rêjeya dengên Partiya Zafer %1 e. Rêjeya dengên Gelecek Partisî ya Ahmet Davutoglu jî %0.5 e.

Her wiha ji beşdarvanan pirsa “Hun ê di hilbijartinên serokkomariyê de dengên xwe bidin kê?” hatiye kirin. Li gor encaman rêjeya dengên Recep Tayyip Erdogan %39.7, rêjeya dengên Kemal Kilicdaroglu %14.7 û rêjeya dengên Mansur Yavaş %13.4 e, rêjeya dengên Selahattin Demirtaş %8.6 û rêjeya dengên Devlet Bahçeli %8.3 ye, rejeya dengên Meral Akşener %7 û rêjeya dengên Ekrem Îmamoglu jî %3.5 e.

Serhat News

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Optimar: Her dû tifaq jî beyî HDP’ê nikarin serbikevin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *