Parlamenterê HDP’ê Temel: Em ê berbijartiya serokkomariyê cardin binirxînin

featured
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayip Temel derbarê berbijartiya serokkomariyê de destnîşan kir ku ew ê wek partî mijara berbijêrtiya serokkomariyê careke din gotûbêj bikin.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Wanê Tayip Temel derbarê rojeva hilbijartinê de ji çapemeniyê re axivî. Tayip Temel diyar kir ku dê roja Duşemê 27’ê Sibatê civîna xwe ya Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) saz bikin û da zanîn ku di civînê de dê biryara xwe ya derxistina berbijêrê serokkomariyê careke din gotûbêj bikin.

Temel got, “Piştî erdhejê rewş gelekî zehmet bûye. Ji ber helwêsta desthilatê ya keysbaziyê di vê mijarê de divê gotûbêjên li ser berbijêrtiyê em careke din berfirehtir bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku di biryara me ya berbijêrê serbixwe de sistbûnek çêbûbe an jî bê guhertin. Ya bilez em dê berbijêrê xwe diyar bikin an jî nirxandineke nû bikin û li gor wê yekê tevbigerin.”

Li ser mijara paşxistina hilbijartinan jî Temel amaje bi wê yekê dide ku di vê mijarê de keysbaziya AKPê ne exlaqî ye û dibêje, AKP ji bo berdewamkirina desthilata xwe li rêyên ne exlaqî digere û ev yek nayê qebûlkirin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Parlamenterê HDP’ê Temel: Em ê berbijartiya serokkomariyê cardin binirxînin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *