Partiyên Tifaqa Millet bo nîqaşkirina ewlehiya civînê li hev civiyan

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokên 6 partiyên Tifaqa Millet, şevêdin bo nîqaşkirina tedbîrên ewlehiya hilbijartinê li navenda CHP’ê civiyan.

Serokê CHP’ê û namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê DEVA’yê Ali Babacan, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal, şevêdin bi mazûvaniya Kiliçdaroglu li navenda CHP’ê civiyan.

Civîn piştî vekişandina Muharrem Înce ji namzetiyê serokkomariyê hat kirin û nêzîkî du saetan berdewam kir.

Tifaqa Millet, piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û wiha hate ragihandin: “Di civînê de ewlehiya hilbijartinê hat gotûbêjkirin. Tifaqa Millet ji bo 192 hezar û 229 sindoqan bi 561 hezar û 977 erkdar û xwebexşan amade ye. Herwiha parêzerên xwebexş dê li her xalên dengdanê amade bin. Ti sindoqek vala nayê hiştin. Hêviya me ew e, 64 milyon û 114 hezar û 341 dengdêrên ku mafê wan ê dengdanê heye, bê kêmasî sûdê bigihînin demokrasiyê.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Partiyên Tifaqa Millet bo nîqaşkirina ewlehiya civînê li hev civiyan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *