Kampa penaberan a Yewnanîstanê hate valakirin: 50 penaberên Kurd hatin desteserkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Kampa penaberan a bi navê Lavrîo ya li Yewnanîstanê ji aliyê polîsên Yewnanîstanê ve hate valakirin. Di encama valakirinê de piranî Kurdên ji Tirkiye û Sûriyê 50 penaber hatin desteserkirin û ew li kampên cuda hatine bicihkirin. .

Yekîneyên polîsê Yewnanîstanê vê sibê bi ser Kampa Penaberan a Lavrioyê de girt û kamp bi darê zorê vala kir. Hate ragihandin ku di encama serdagirtina kampa ku dikeve başûrêrojhilatê paytext Atînayê de, 50 penaberên Kurd ên piranî ji Tirkiye û Sûriyeyê hatine desteserkirin û ew birine kampên cuda.

Li gor nûçeya rojnameya Evrenselê ku spartiye rojnameya Yewnan a Prînê, di kampê de penaberên siyasî diman. Penaberan bi avayekî kollektîf karûbarên kampê birêve dibirin.

Penaber li cihên cuda hatine bicihkirin

Hat destnîşankirin, 26 zilam, 8 jin û 19 zarok, bi giştî 53 paneberên ku di kampê de diman, di avahiyên Wezareta Koçberî û Îltîcayê de hatine bicihkirin.

Kampa penaberan a Yewnanîstanê hate valakirin: 50 penaberên Kurd hatin desteserkirin - Polise Yewnenistane bi ser Kampa Lavrioye de girt 50 penaberen Kurd hatin desteserkirin 1
Di kampê de zarok jî hatine desteserkirin/ Wêne-Polîsê Yewnanîstanê

Serdagirtina beriya hevdîtina Erdogan û Mîçotakîs pêk hatiye

Di nûçeya Prînê de şîroveya “(Ev serdagirtin) beriya hevdîtina Mîçotakîs-Erdogan ku tê payîn di hefteya pêş de, di çarçoveya lûtkeya NATO’yê bên cem hev, ji hiqûmeta Tirkiyeyê re bûye wekî ‘Xelat’,” hatiye kirin.

Her wiha, Ajansa Mezopotamyayê jîi di nûçeya xwe ya derbarê mijarê de diyar kiriye ku, Wezareta Penaberan a Yewnanistanê weke ku penaberan bi dilxwazî kamp vala kirine daxuyanî da ye.

Ajansê di heman nûçeyê de ragihandiye ku Navenda Çandê ya Kurd a Yewnanistanê ev îdia derewandiye û ji bo protestoyên îro banga tevlibûnê kiriye. Penaberên li kampê dimînin û Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê pêkanînên polîsên Yewnan û Wezareta Koçberiyê şermezar kirin û hate gotin ku di rojên pêş de wê daxuyaniyeke berfireh bidin.

Di vê navberê de hatiye daxuyandin, Kurdên li Yewnanistanê îro saet di 17.00’an de dê li pêşiya Akademiya Atînayê bi mebesta şermezarkirina helwesta polîsên Yewnan çalakiyekê lidar bixin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kampa penaberan a Yewnanîstanê hate valakirin: 50 penaberên Kurd hatin desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *