Qedexeyên roja hilbijartinê diyar bûn

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) qedexeyên ku dê roja hilbijartinê bêne pêkanîn, eşkere kir. YSK’ê daxuyand ku 14 Gulanê heta saet 18.00’an nabe ku encamên hilbijartinê bêne eşkerekirin û diyar kir, qedexeya weşanê jî heman rojê dê heta saet 21.00’an berdewam be.

Li gor daxuyaniya YSK’ê, roja hilbijartinê anku 14’ê Gulanê, heta saet 18.00’an, nabe ku saziyên çapemeniyê, encamên hilbijartinê eşkere bikin û derbarê encaman de şîroveyan biweşînin.

YSK’ê daxuyand ku roja hilbijartinê heta saet 21.00’an qedexeye ku encamên hilbijartinê bêne diyarkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku roja hilbijartinê firotina eraqê jî hatiye qedexekirin.

Di biryarnameya YSK’ê de wiha hatiye gotin:

“Li gor xala 80’emîn a Zagona hejmar 298’an;

a) Li roja dengdayînê heta saet 18:00’an, di radyo û hemû cure amûrên ragihandinê de, eşkerekirina encamên hilbijartinê û weşandina şîroveyên derbarê van encaman de hatiye qedexekirin.

b) Di navbera saet 18.00 û 21.00’an de, encax agahiyên derbarê hilbijartinê de yên ji aliyê YSK’ê ve hatiye belavkirin, dikare di radyo û hemû cure amûrên ragihandinê de bêne weşandin.  

c) Piştî saet 21.00’an hemû weşan hatine serbest berdan, lê eger YSK’ê pêwîstî lê bibîne, dibe ku encam beriya saet 21.00’an jî bêne eşkerekirin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qedexeyên roja hilbijartinê diyar bûn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *