Qeyrana dermanan: Li Tirkiyê 645 cure derman peyda nabin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyê, qeyrana aborî û daketina nirxê lîreyê Tirk ya li hember dolarê Amerîkî bandor li sektora dermanan jî kiriye. Serokê Odeya Dermansazên Enqerê Ali Fuat Gul da zanîn ku ji ber qeyranê niha li Tirkiyê 645 cure derman peyda nabin.

Li Tirkiyê piranîya dermanan ji derveyî welat bi dolar tê stendin. Hem ji ber bilindbûna nirxê dolar, hem jî, bi boneya ku nirxê dolar bo dermanan wekî 7.80 lîrayê Tirk hatiye sabitkirin, di kirîna dermanan de qeyranê rû daye. Li gor daneyên Yekîtiya Dermansazên Tirk (TEB), ji ber vê qeyranê , di nav de dermanên pençeşêr û êşbirê jî heyî, bi giştî 645 curê derman peyda nabin.

Serokê Odeya Dermanxaneyên Enqerê Ali Fuat Gul ragihandiye, qeyraneke cidî ya derman heye û wiha got: “Niha bi rêjeya ji sedî 20 derman peyda nabin û ev pirsgirêk dê heta dawiya salê berdewam be. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin, divê nirxê pereyên biyanî yê sabit bê bilindkirin. ”

Li aliyê din, dermansaz ji ber van pirsgirêkan niha xwe amade dikin ku di 16’ê Cotmehê de li Enqerê mîtîngeke mezin lidar bixin.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Qeyrana dermanan: Li Tirkiyê 645 cure derman peyda nabin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *