Şaxa Egîtim Sen a Colemêrgê roja zimanê zikmakî pîroz kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaxa Egîtîm Sen a Colemêrgê bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Şaxa Egîtim Senê di destpêkê de welatiyên ku di erdhejên Mereşê û Hatayê de jiyana xwe ji dest dane bibîranî.

Di berdewamiyê de Egîtîm Senê bibîr xist ku 21’ê Sibatê ji aliyê UNESCO’yê ve wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ragihandiye û wiha hatiye gotin: “Ev tê wateya ku ji holêrakirina rengîniya çandî û pirzimaniyê sucê mirovehiyê ye. Mixabin, îro jî li dijî gelek netewan sûcê mirovahiyê pêk tê. Di sedsala 21’ê de, gelek netewe ji mafê xwe yê zimanî û çandî bê par in. Hinek ziman li ber tunebûnê ne. Hemû dewletên cihanê di vê rojê de bi daxuyaniyan diyar dikin ku çiqas piştgirî dane zimanên din.”

‘Zimanê zikmakî hebûn e’

Her wiha Şaxa Egîtîm Sen ya Colemêrgê diyar dike ku zimanê zikmakî hebûn, rûmet û nasnameya neteweyekê ya hevpar e wiha hate domandin: “Divê hemû netew û kom bikaribin zimanê xwe yê zikmakî di her qada jiyanê de bi kar bînin. Berovajî, ji bo parastin û pêşxistina gelek zimanan astengî hene, gelek ziman tên pişaftin û ji holê tên rakirin”

‘Kurdî rastî astengiyên cur be cur tê’

Di daxuyaniyê de di bin siya van nirdanin de rewşa zimanê Kurdî jî wiha hate rawekirin: “Yek ji van zimanan ji zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de, li ber parastin, pêşxistin û bikaranîna zimanê kurdî astengîyên cur bi cur hene. Kiryarên pişaftinê bi rê û rêbazên cuda didomin. Di peymanên navneteweyî de, perwerdehiya zimanê zikmakî weke mafê mirovan é bingehîn hatiye destnîşankirin, lê ji bo kurdan û gelek neteweyên din ên li Tirkiyeyê perwerdehiya bi zimanê zikmakî tune ye. Berovajiyê vê, gelek zext li ser gelek zimanan hene. Minaka herî şênber, nêzîkatiyên li dijî zimanê kurdî ne. Em li dijî asimilasyona li ser hemû ziman û çandanin. Em ê herdem aligirê pir zimanî û pir çandiyê bin. Em bang li hemû derdoran dikin ku ne tenê 21 ê sibatê zimanê dayikê biaxivin bila her roj bibe roja zimanê dayikê û her roj zimanê dayikê kolanan, saziyan, malan bi axivin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şaxa Egîtim Sen a Colemêrgê roja zimanê zikmakî pîroz kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *