Saziyên Civaka Sivîl: Divê Girtîgeha Amedê bibe Mûzexaneya Mafên Mirovan

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren derbarê Girtîgeha Amedê de ku dihate gotin dê bibe muzexane, diyar kir ku têkildarî projeya dewletê ya ji bo girtîgehê wê sibê serlêdanekê bikin û mijarê zelal bikin.

Li Amedê, saziyên civaka sivîl ji bo projeya “Girtîgeha Amedê ya Hejmar 5ê” bibe “Muzexaneya Mafên Mirovan” civînek pêk aniye.

Li gorî nûçeya MA’yê, Şaxa Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê, Komeleya Nifşê 78an, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TÛHAD-FED) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê (KESK) beşdarî bernameyê bûne. Nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Amedê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛHAY-DER) ya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê tevli panelê bûne. Di panelê de li dijî îhaleya dewletê pirsa “Divê çi bê kirin?” hate pirsîn û li pêşniyarên beşdaran hate guhdarîkirin.

Civîn li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) pêk hatiye.

Wezareta Çandê dixwaze Girtîgehê bike “Navenda Çandê û Muzexaneyê.”

Destpêkê Şaredarê Şirnexê yê berê û yek ji rêveberên Komeleya Nifşê 78an Ahmet Ertak axiviye û destnîşan kiriye ku Girtîgeha Amedê ev 43 sal in weke êşekê li ber çavên wan e: “Di 12ê Îlona 2017an de bi beşdariya gelek akademîsyenên navdar û gelek saziyên sivîl ev hewldan dest pê kir. Êdî bû fikrekî hevpar ku Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bibe muzexane. Di demên dawî de xuya bû ku ji bo girtîgehê bi dizikî projeyek hatiye amadekirin. Em dixwazin ku hemû saziyên sivîl, rêxistinên civakî û sendîka ji bo parastina girtîgehê sekneke hevpar nîşan bidin û rê li ber vê şermê bigirin.”

Saziyên Civaka Sivîl: Divê Girtîgeha Amedê bibe Mûzexaneya Mafên Mirovan - Saziyen Civaka Sivil Dive Girtigeha Amede bibe Muzexaneya Mafen Mirovan1

Beşdar agahdar kirine

Di beşa yekemîn de Berdevkê Nifşê Komeleya 78an Celalettîn Canî behsa xebatên xwe yên ji bo Zindana Amedê kiriye û gotiye. Di beşa duyemîn de jî Serokê Şaxa TMMOBa Amedê yê berê Şerefhan Aydin pêşkêşiya xwe kiriye. Aydin, çendek girtîgehên li Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûne mûzexane dane ber hev. Aydin, di pêşkeşiya xwe de vegotiye bê ka dê Girtîgeha Amedê çawa bibe muzexane û modêla wê dê çawa bibe. 

Kampanyaya îmzeyan dest pê kiriye

Di rûniştina sêyamîn û dawî de jî Seroka DTOyê Elîf Tûran bi sernavê “Divê çi bê kirin?” de axavtinek pêşkeş kiriye. Tûranê, daye zanîn ku ji bo girtîgeha Amedê bibe muzexane mafên mirovan kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin û dê di rojên pêş de bi sazî û rêxistinên sivîl ên civakî re parve bikin.

Di forûmê de nûnerên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivîl ji bo siberojê pêşniyarên xwe kirine. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku ew jî di forûmê de axiviye destnîşan kiriye ku têkildarî projeya dewletê ya ji bo Girtîgeha Amedê amade kiriye, wê sibê serlêdanekê bikin û mijarê zelal bikin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Saziyên Civaka Sivîl: Divê Girtîgeha Amedê bibe Mûzexaneya Mafên Mirovan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *