Sembola Newroza 98’an Berge: Newroz xeyala Kurdan e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Jina bi navê Hanim Berge di Newroza 1998’an de rastî mudaxaleya polîsan a bi tund had. Dîmenên wê di gelek cihan de bi rojan hatin weşandin. Piştî mudaxaleya li hemberî wê, ew êdî bû yek ji sembola Newroz an. Berge, êdî Newrozan ji dûr ve temaşe dike û serpêhatiyên xwe qet ji bîr nake.

Tevî ku jibo pîrozbahiyên Newroza îsal çend roj mane, wekî hemû demeveren Kurdan, li Wanê jî coşa Newrozê dest pê kiriye. Li Wanê Newroz îsal dê 20’ê Adarê were pîroz kirin. Li bajar jibo pîrozbahiyan amedekarî bi avayekî coş berdewam dikin. Li hemû kuçe û kolanên Wanê coşa Newrozê xuya dibe. Aliyekê jin û zilam bona pîrozbahiyan kincên gelerî didin dirûn, aliyê din jî gel jibo tevlibûnê tê vexwandin. Ev 22 sale Newroz, li kêleka Keleha Wanê tê pîroz kirin. Îsal jî li bendêyê bi tevlibûna dehhezaran kesî li heman cihî bê pîroz kirin.

Sembola Newroza 98'an Berge: Newroz xeyala Kurdan e - foto8

Dîmenên wê hêj jî nehatine jibîrkirin

Salen beriya niha Newroz, li Tirkiyeyê her tim dibû sedema gengeşiyan. Di dema pîrozbahiyan de heta niha hejmarek welatiyan jiyan ji dest dan, gelek ji wan birîndar bûn. Dîmenên wan rojan hêj jî di hişên gel de cin digirin. Lê ev çand salin êdî bi avayekî fermî tê pîrozkirin. Yek ji wan dîmenan jî dîmena jina bi navê Hanim Bergeyê ye. Di sala 1998’an de hêzên ewlehiyê bi hinceta pîrozbahî hatine qedexekirin, destûr nedan gel li qadê Newrozê pîroz bike û mudaxale li girseyê kirin. Di dema ve mudaxaleyê de Berge, dema ku dixwest hevserê xwe ji nava destê polîsan rizgar bike rastî êrişa polîsan a bi tund hat û ev dîmen ketin rojeva Tirkiyeyê. Serpêhatiya Berge, çîroka Newrozê ya li Tirkiyeyê jî radixe pêşberî çavan.

Piştî mudaxaleyê êdî tu carê baş nebûye

Berge, piştî rastî mudaxaleyê hat, demekê di nexweşxaneyê de ma. Dema ku dermankirina wê temam bû ji nexweşxaneyê hate derxistin û ji aliyê gel ve bi avayekî girseyî hatin pêşwazîkirin. Partîya Kurdan ya wê demê Partîya Demokrasiya Gelan (HADEP) xelata ‘Dayîka Sale’ da Bergeyê. Dema ku çend sal bi ser êrîşê de derbas dibin, Berge diçe nexweşxaneyê û doktor jê re dibêje bi sedema wê êrîşê li ser singa wê ûr çêbûye û bi sedemê neçar maye ku emelîyat bibe. Berge, dibêje ku piştî wê emeliyatê êdi tu carê baş nebûye.

Sembola Newroza 98'an Berge: Newroz xeyala Kurdan e - foto3
Hanim Berge

Dawiya dawî, Berge dibêje ku Newroz xeyala Kurdan e û ew êdî Newrozan ji dûr ve temaşe dike.

Sembola Newroza 98'an Berge: Newroz xeyala Kurdan e - foto9

Detayên nûçeya me, hûn dikarin, di nûçeya me ya bi dîmen de temaşe bikin.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sembola Newroza 98’an Berge: Newroz xeyala Kurdan e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *