Şermola Performans dê li Êlihê dibistana şanoyê veke

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şermola Performans, bi armanca ku li Êlihê dibistaneke şanoyê bi navê “Dîwan – Akademîya Şanoyê ya Navneteweyî” veke dest bi xebatan kiriye.

Bernameya Piştgiriyê ya Çand û Hunerê ya Yekîtiya Ewropayê Culture (CIVIC) ji bo kirêya cihê dibistanê piştgiriya madî daye Şermola Performansê. Şermola Performansê cihekî bi qasî 420 m2 kirê kiriye û bi derfetên xwe dest bi çêkirina dibistanê kiriye.

Şermola Performans dixwaze dibistanê di 15’em salvegera avakirina Şermola Performansê de ango di 17’ê Cotmeha 2023’an de dest bi xebatan bike. Ji ber wê jî kampanyayek alîkariyê daye destpêkirin.

Kesên ku bixwazin dikarin bi rêya vê lînkê beşdarî kampanyayê bibin: https://gofund.me/dbaa85c1

Akademiya Dîwanê

Akademiya Dîwanê, bi kurdî di warê şano û lîstikvaniya hevdem de wê perwerdeyên pratîk û teorîk bide, di warê lîstikvaniyê de wê lêkolînan bike. Bernameyên pevguhertinê yên navneteweyî wê pêşkêş bike. Bi rêkûpêkî dersdarên ji ekolên cîhanê û xwendekar û şanogerên êlihî wê bîne ba hev. Wê xwendekar û şanogeran bi rêya bernameyên pevguherînê bişîne enstîtuyên şanoyê yên li bajarên ku di çand û hunerê de navendên girîng ên cîhanê ne û bi vî awayî dixwaze ji bo dînamîkên şanoya kurdî yên li Êlihê û bajarên derdora wê bibe rêveker. Akademîya Dîwanê, bi van armancên xwe dixwaze kêmasîyeke girîng ji holê rake. Ji ber ku li Tirkîyeyê sazîyeke serbixwe tuneye ku bi Zimanê Kurdî perwerdeyeke profestonel ya şanoyê bide. Akademîya Dîwanê, dixwaze ji bo zarok, ciwan, jin û karkerên ku li Êlihê û bajarên li derdora wê dijîn, bibe navendeke perwerdehîya şanoyê.

Şermola Performans

Şermola Performans sala 2008an de ji hêla Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioğlu ve li Stenbolê hatiye avakirin. 2016an de ji bêgavî sehneya xwe yî li Stenbolê girtiye û piştî ve veguheriye sazûmaneke pir navendî. Digel Stenbolê, 2018an de ofîsa Almanyayê û 2021an de jî ofîsa Êlihê hatine avakirin. Lîstikên resen ên kurdî çêdike, perwerdehîyên şanoyê pêk tîne û di hêla lîstikvanîyê de lêkolînan dike. Heta îro bi dehan turne pêk aniye, beşdarî festîvalan bûye, bi lîstikên xwe hêjayî 19 xelatan hatîye dîtin. (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şermola Performans dê li Êlihê dibistana şanoyê veke

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *