Serokê PÎA’yê Kamaç: 14’ê Gulanê jibo hemû cudahiyan dê bibe pêvajoyek nû

featured
Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dosya 3

Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, der barê Hilbijartinên 2023‘yan û naveroka Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd de got, “Em bi bawer in ku hilbijartina 2023’an bi taybetî ji bo gelê Kurd, derveyê wê jî, dê bo hemû aliyên ku li Tirkiyeyê rastî cudakariyê tên bibe sedama pêvajoyeke nû û destpêkek nû.”

Di 14’ê Gulanê de li Tirkiyeyê hilbijartinê parlamentoyê û yên serokkomariyê dê bên lidarxistin. Ji hemû hilbijartinan cuda tir, di vê hilbijartinê de gel guhartinê dixwaze. Gelê Kurd jî dixwaze di sedsala duyan ya Komara Tirkiyeyê de mafên neteweyî û çandî bêne diyarkirin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. 

Li aliyê din jî wek tê zanîn, derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de doza girtinê hatiye vekirin û wehe ye partî bê girtin. Ji ber vê yekê HDP’ê biryar dabû ku bi navê Partiya Çep û Kesk (Yeşiller ve Sol Partî) tevli hilbijartinan bibe û armanca wê ew e ku herî kêm sed parlamenteran bişîne meclîsê. HDP’ê her wiha bo serokkomariyê jî namzet diyar nekiriye û tê payîn ku piştgiriyê bide namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu. 

Di vê hilbijartinê de qanûna hilbijartinê ya nû ferz dike ku partiyên siyasî dibin banê tifaqan de tevli hilbijartinan bibin. Ev yêk piranî kêrî partiyên ‘biçûk’ ên ku pirsgirêka wan ya benda hilbijartinê ye, tê. Partiyên ku nikarin benda hilbijartinê derbas bikin, bi vê sayê wê bikarin parlamenteran bişînin meclîsê. 

Di ve çarçoveyê de AKP, MHP, BBP, YRP û HUDA PAR di bin banê Tifaqa Cumhur de, CHP, ÎYÎ Partî, SP, DEVA, GELECEK û DP, di bin banê Tifaqa Millet de û TÎP, EHP, SMF, EMEP, TOP, Yeşil Sol Parti û HDP jî di bin banê Tifaqa Ked û Azadî (Emek ve Ozgurluk) de dê tevli hilbijartinan bibin. 

Ji bilî van tifaqan, Komaleya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Mirov û Azadî (PIA), Partiya AZADÎ, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û HDP jî bi navê Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurdan tîfaqeke din ava kirin. 

Me wekî Serhat Newsê bi serokên giştî yên partiyên ku tevli Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurdan bûne derbarê hilbijartinan de dosyayek amade kir. 

Di beşa sêyem a dosyayê de Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç ku li Amedê wekî namzetê tifaqê hatine diyarkirin, bi ser xebatên hilbijartinê, wate ya avakirina tifaqa Kurdan û çareseriya pisgirêka Kurd de nêrînên xwe bi me re parve kir.

Serokê PÎA’yê Kamaç: 14’ê Gulanê jibo hemû cudahiyan dê bibe pêvajoyek nû - Seroke PIAye Mehmet Kamac 1

Komara Tirkîyê dikeve nav sedsala duyemîn. Di sedsala duyan ya komarê de Kurd jî dixwazin bibin kirde (Ozne). Li gor we rewşa Kurdan di vê pêvajoyê de wê çewa be?

Bi rastî li Tirkîyê li her avayî xwe bo sedsala duyemîn amade dike. Wek tê zanîn tifaqa Cumhur û Mîllet jî bernameyên xwe bi vi avayî amadekirine û naveroka wê jî wisa tuje kirine. Hetanî vê sedsalê jî Kurd li Tirkiyeyê tune têne hesibandin. Li Tirkîyê li alîyê nasname, ziman û çandê de înkara ser Kurdan sedan sale berdewam dike. Heta vê gavê jî Kurd tune têne hasibandin. Mixabin tifaqên ku li Tirkiyeyê siyaseta navendî dimeşînin, ên wek Millet û Cumhur, vana jî bernameyên xwe yê sedsalane amadekirine, lê di van bernameyan de jî Kurd tune hatine hesibandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê û bo mafê Kurdan di bernameyên herdû tifaqan de tu tişt tuneye. Ev jî tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê Kurd tune têne hesibandin.

Bi alîyê siyasî de hewldaneke pir mezin heye. Ev çend sale deskeftiyên Kurdan mezin bûne li Bakûrê Kurdistanê û li her derê Tirkîyê. Ji bo van deskeftiyan têk bibin di hemû cureyên jiyanê de, bi taybetî li ser sîyasetê operasyonên mezin tên meşandin. Siyasetmedar tên girtin, qeyum tê diyarkirin, îradeya gelê Kurd tune tê hesibandin, bi wî awayî hemû polîtîkaya sîstema dewletê li ser tunebuna Kurdan tê avakirin. Dema ku hûn hebûna miletekî qebûl nekin, jixwe hûn siyaseta wî gelê qet qebûl nakin. Anjî operasyonên giran li ser tê meşandin. Aliye aborî de ji hebûn an jî pêşkevtin ne mumkune. Ji bo yê wê Kurd di sedsala duyemîn de gavê xwe yên pêşerojê gor vê diavêjin. Deskeftiyê Kurdan pir mezin in li Başûr, Bakûr, Rojava heya astekê Rojhelat.

Di vê çarçoveyê de li gor we, golo lazime Kurd çawa dengên xwe bi bar bînin? Herî zêde denge xwe dê bidin tifaqên Cumhur û Millet an dê bidin tifaqa Kurdan?

Kurd di vê hilbijartinê de ji bo parlamentoyê wê bi biryar, bi zanistî herin ser sindoqê. Dizanin ku dê wateya yêk denge bibe çi, dê bi wê hişmendiyê biçin ser sindoqê. Em bawer in dawî ya hilbijartina 14’ê Gulanê bi temsiliyetekî xurt Kurd dê pir rengî û pir dengî di parlamentoya Tirkiyê de dê werin temsîlkirin. (Di warê hilbijartinên serokkomariyê de) nêzîkatiya her du tifaqan jî li hemberî Kurdan yeke. Belkî Kurd niha ji bo deskeftiyan di her du tifaqan de jî tiştekî nabînin, lê Kurd meseleyeke din di rojeva xwe de digirin. Ev bi salane avayekî tund û dijwar, ev iktidara heyî li ser deskeftî, siyaset û aboriya Kurdan de tê. Kurd wê bi zanistî di nava vê îktidarê de nakokiyekê derxin. Kurdan, bele ji bo serokkomariyê namzetê xwe ne derxistiye, lê bo piştgiriyê ji rewşa xwe diyar nekiriye. Gere pêşiyê nakokiyekê têxe nava siyaseta sîstemê de. Ji bo wê Kurd ji bo hilbijartinên serokkomariyê jî dê bi wê zanistiyê û bi wê zelaliyê herin ser sindoqê. Em bawer in hilbijartina 2023’an ya bi taybetî ji bo gelê Kurd, derveyê wê jî, dê bo hemû aliyên ku li Tirkiyeyê rastî cudakariyê tên bibe sedama pêvajoyeke nû û destpêkek nû.

Hun dizanin, HUDA-PAR jî li kêleka MHP’ê tevli Tifaqa Cumhur bû. Hûn vê yekê çewa dinirxînin?

Mijara HUDA PAR’ê mijarekek pir girîng e. Her wiha meseleyeke beriya çend salan a dîrokiye jî. Sekna wan a salên 80’yan û ya 90’tan tê zanîn. Wek tê zanîn wê çaxê rêxistinek cuda bûn, niha bûne partî.

HUDA-PAR partiyek an jî rêxistinek cemaetekiye. Sekna wan ji dîrokê heta niha li ser destkeftiyên Kurdan sekneke rast nîne. Dîrokê de jî wisa bû, niha jî wisa ye.

Tifaq li gel AKP’ê ne hatiye avakirin. Li gel MHP, BBP û Perînçekê hatiye kirin. Piştî vana bi AKP’ê re tifaq hatiye avakirin. Dîroka avabûna van pêkhateyên ku HUDAPAR’ê bi wan re tifaq avakiriye û fikra wan ya bo pêşerojê, di warê sekna HUDAPAR’ê de jî fikrekê dide me. Heta ku niha jî Bahçeli dibêje ciheke ku navê ‘Amed tune ye’, ew dibeje ‘Wek mirov Kurd hene, lê zimanê wan tune ye. Em ziman û nasnameya Kurdan qebûl nakin.’ Li aliye din HUDA PAR dibêje ‘Ji bo nasnameya Kurdan, çareserkirina pisgirêka Kurdan gotinên me hene’. Di nava van herdû rewşan de gelo kîjan rast e. Eger tu li ser gotina xwe rast bî, divê tu bi kesên ku çand, nasname û zimanê Kurdan nas dikin re tifaqê ava bikin. Ji ber vê jî bi rastî em ji ber vê tifaqa HUDAPAR’ê, zêde matmayî nebûne.

Giringîya hilbijartina 2023 yan çiye? Daxwaza gele Kurd wê hilbijartinê çiye?

Kurd dixwazin di vê sedsala nû de statûyekê bidest bixin. Bi van nêrînan ev hilbijartineke dîrokiye. Ji bo wê jî hemû endamên Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd di vê baweriyê de ne. Giringiya hilbijartinên 2023’yan ji bo pêşeroja Kurdan çiye? Hemû endamên tifaqê bersiva vê baş dizanin û li gor vê jî dest bi xebatan kirine. Her wekî ez bejim, aliye Serhed û Botanê, li hemû deran pêkhatiyên tifaqê wê hemû bi hevre xebatên xwe bimeşînin. Ew tifaqe, tenê jibo berjewendiyên partiyan nehatiye avakirin. Nerîn û nezikbûnên hemû partî û rêxistinên di nava wê tifaqê de cih digirin bi vî awayî ye. Pêkhatiyên tifaqê hemû jî wateyeke cuda didin hilbijartin û temsileyeta Kurdan. Hem li Serhedê û hem jî li hemû deverên Kurdistanê dê bi tevî cudahiyên xwe vê xebatê bimeşînin. Hemû reng û dengê civakê di 14’ê Gulanê de wê bi îradeyek xurt ji sindoqê derkeve. Partiyên pergalê çewa jibo sedsala nû hesaban dikin, em jî biboneya ku gelê Kurd di parlamentoyê de bibe xwedî nûnertiyek xurttir, xwedî hesabin û dê wisa jî bibe.

Li gorî ve partiyên Tirkan dikarin ji bo  tifaqa kurdan rexneyan bikin? Wekî din her du tifaqên girêdayî HDP’ê dê çewa bi rêve biçin?

Mirov dizaneke ku Serokê EMEP’ê birêz Akdenîz naveroka tifaqa Kurdan baş fêm nekiriye. Tifaqa Ked û Azadî wek tifaqek îdeolojîk tê pênasekirin. Gotinê xwe ji bi tevahiyê li ser îdeolojiyekî dikin. Wê tifaqê ji tu cudahiyê bawerî û îdeolojî cih nagirin. Tene yêk dengî wê derî heye. Lê di nava Tifaqa Azadî û Demokrasî a Kurdan de hemû cudahiyên civakê cih digirin. Di nava neteweyekê  de sînorê îdeolojîk bertengtir e. Wê tifaqê oldar, demokrat, sosyalist, lîberalê Kurdan nav de cih digirin. Gelo, ew tifaqa yek rengî bertenge an, tifaqa ew qasî cudahî di nav de heyî berteng e? Mafê herkesî heye tifaqekî an ji pêvajoyekî binirxîne, lê ne wekî birêz Akdenîz bi nêrînekî ber tengî tifaqa Azadî û Demokrasî binere. Wê tifaqê xalê xwe yên eşkerekirinê de berfirehiya xwe daye pêş çavan. Avakirina me li ser pir reng û dengî ye. Em dixwazin ku vê pir renginiyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bikin..

Wekî ku we jî got, hemû cudahî hene dinav tifaqa we de. Ev tifaq çewa hate avakirin û ji bo pêşerojê jî helwesta vê tifaqê dê çewa be? Gelo ji bo civak û rêxistinên din tu bangawaziyên we hene?

Naveroka Tifaqa Azadî û Demokrasî ya Kurd; hemû cudahiyên civakê bi hevra û bi armancekî hevpar xebatên xwe bidomînin. Ya duyemîn ji cudahiyên Kurdan ne liser mantixekê hevdu tunekirinê ye. Armanc û helwesta wî ya herî zelal ew e ku Kurd di vê sedsalê de bigehijin mafên xwe yê netewî. Azadî û zimanê wan bê dayîn. Bikarin xwe bi rêxistin bikin. Dixwazin îrade ya gele Kurd bê naskirin. Erdnigariya wan çand a wan bê naskirin û hiquqek bi wê bê çêkirin. Bangawaziya me ji bo civaka me eve ku emê cudahiyên xwe biparêzin. Emê oldarên xwe, KomunÎstên xwe û her wiha emê cudahiyên xwe hemû ya mezin bikin. Lê emê tiştekî hemûyan mezintir bikin. Deskeftî û pêşeroja Kurdan hemîya mezintir bikin. Jibo yê wê jî hevcedarî eve ku gele me wan cudahîyan de yek armancekî danê pêşa xwe dor wan partî û rêxistinê xwe hilbijartina 2023 yan de Îradeya xwe bi xurt li sindoqê derêxîne.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê PÎA’yê Kamaç: 14’ê Gulanê jibo hemû cudahiyan dê bibe pêvajoyek nû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *