Serokên îstixbaratê yên Tirkiye û Sûriyeyê li hev civiyan: Mijar PYD û YPG’ê ye

featured
Fîdan û Memluk
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate diyarkirin ku Serokê MÎT’ê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê El Muhaberat yê Suriyeyê Elî Memluk, bi navbênkariya Rûsyayê li Moskovayê bi hev civiyan e. Tê gotin, di hevditinê de mijarên wekî rewşa PYD û YPG’ê her wiha pirsgirêka ewlekariya sînor û gelek mijarên din ên girîng hatine guftugokirin.

Li gor nûçeya Rûdawê ku spartiye malpera Intellegence Online ya Fransî, hevdîtin du roj beriya niha di 7’ê Îlonê de li Moskova paytexta Rûsyayê bi rêve çûye.

Malpera navborî radigihîne ku Rûsyayê ji bo birêveçûna wê hevdîtinê navbeynkarî kiriye û eşkere dike ku encamên civînê ne bi dilê her du aliyan bûye, lê her yekî ji wan nêrîn û mercên xwe pêşkêş kirine.

Di vê navberê de tê îdîakirin ku, ji bo li hevcivandina Serokkomar Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed hin hewldan hatine destpêkirin, da ku di nava demek nêz de hevdîtinekî bikin. Beriya niha çapemeniya Îranê jî heman îdîa anîbû rojevê û ragihandibû ku, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bang li Erdogan û Beşar Esed kiribû ku, her dû serok di Lutkeya Şengayê ku di 15-16’ê Îlonê de wê bê lidarxistin, bêne cem hev.

Hêjayi gotinê ye ku bi destpêkirina şerê navxweyî yê Suriyeyê vir ve, têkiliyên dîplomatîk yen di navbera Enqere û Şamê de qût bûne. Lê tevî vê rewşê jî berpirsên îstixbaratê yên her dû dewletan, heta niha çend car hatine ba hev.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokên îstixbaratê yên Tirkiye û Sûriyeyê li hev civiyan: Mijar PYD û YPG’ê ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *